KCDP: Em ê li tevahiya welêt li ser piyan bin!

Meclîsên Jinan ên KCDP'ê biryar da ku di dema nû de têkoşînê mezin bike û got, "Em ê li tevahiya welêt li ser piyan bin."

Meclîsên Jinan ên Platforma Em ê Pêşî li Kuştina Jinan Bigirin (KCDP) bi dirûşma "Destûra bingehîn, qanûnê û peymanê bi cih bîne" dest bi xeteke nû ya têkoşînê kir. Meclîsên Jinan di vê çarçoveyê de 16'ê Gulanê li 6 welatan û 73 bajarên Tirkiyeyê bi beşdariya 750 endamên platformê civîneke online li dar xistin. Di civînê de biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê û bûyerên piştre qewimîn hatin nirxandin. Her wiha hin rêzebiryar hatin wergirtin.

'ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ, RÊBAZÊN NÛ'

Biryarên ku jinan wergirtine wiha ne:

"* Çawa ku me heta niha têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî li her derê welêt mezin kirine, em ê li bajaran hemûyan dengê 'Destûra bingehîn, qanûnê, peymanê bi cih bîne' bilind bikin. Bi rêxistinên xwe yên têdikoşin re em ê aliyên cuda yên vê têkoşînê binirxînin. Li dijî van neheqî û bêhiqûqiyê, em ê li qadan bi rengekî girseyî û hevdemî çalakiyan bikin.

* Em ê bi kategoriyên civakî re yên ku li dijî bêhiqûqiyê têdikoşin bigihêjin hev û rêbazên nû biafirînin.

* Em ê bi tecrûbeyên xwe yên li nava tevgera jinê, rê bidin ber muxalefeta civakî. Mîna têkoşîna ji bo rawestandina kuştina jinan, em ê vê têkoşînê jî bi armanc bimeşînin.

* Çawa ku me 6284 ji tevahiya civakê re vegot, em ê Destûra Bingehîn jî li her derê vebêjin ku bi bicihanîna wê berpirsyar e.

* Li dijî fermannameyên nehiqûqî em ê serî li her rê û rêbazên hiqûqî bidin. Em ê ji bo betalkirinê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê bidin. Hemû beşên civakî yên li dijî binpêkirina mafên bingehîn têdikoşin, ji bo têkoşîna hevpar wê karibin serî li me bidin.

* Bi nêzîkbûna 1'ê Tîrmehê dema betalkirina Peymana Stenbolê re vê carê em ê di xeta xwe ya têkoşînê de Peymana Stenbolê bidin pêş û li tevahiya welêt li ser piyan bin."