Dayikên Şemiyê pirsa Aksoy û Cîngoz kirin
Dayikên Şemiyê vê hefeyê di çalakiya xwe de pirsa Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên li Amedê hatin ‘qetilkirin’ pirsîn.
Dayikên Şemiyê vê hefeyê di çalakiya xwe de pirsa Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên li Amedê hatin ‘qetilkirin’ pirsîn.
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 842’an de çalakiya şemiyê berdewam kirin. Dayikan ji ber şewba vîrusa corona dîsa daxuyanî li ser hesabê medya dijîtal dan. Dayikên Şemiyê û xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di 7'ê Hezîrana 1995'an de li Amedê hatin windakirkin pirsîn. Keça Edîp Aksoy, Berîtan Aksoy, anî ziman ku bavê wê parazvane mafê mirovan bû û wiha got: "Bavê min gelek caran hat binçavkirin. Gelek caran îşkence lê kirin. Ji ber vê yekê neçar ma ji gund koç bike û hat li Navenda Amedê bi cih bû. Di 7'ê Hezîranê de Bavê min û Orhan Cîngoz bi hevre li texsiya Torosa spî suyar kirin û winda kirin. Kesên dîtin ew li maşînê siwar kirin û birin hene. Me serî li hemû saziyên fermî dan. Lê înkar kirin."
Aksoy, anî ziman ku heta ew negejin gora bavê xwe naxwazin bimirin û wiha axivî “26 salin ez li wî difikirim. Dema ez 40 rojî bûm bavê min winda kirin. Min ew qet nedît. Xeyala min a herî mezin gorek bavê min hebûya. Min dixwest çîçekên li ser gora wî av bidim. Bi dehan sal derbas bibin jî ez dest ji têkoşîna wî bernadim. Ez bimirim jî dê rojekê rastî ronî bibe. Ez jî dixwazin di rêya wan de biçim."
Di hefteya 842’an de keça Savaş Buldan, Zelal Buldan daxuyanî xwend. Buldan, anî ziman ku li Tirkiyeyê lêpirsînên der barê windayan de, sûc tê înkarkirin û veşartin û wiha got: "Li pêş şahid, gotin û rastiyên bûyerê bendên înkarê ava dikin. Hemû rêyên lêgerîna mabatan bi xapandinan digirin. Lê dîsa malbat hewl didin xwe bigînin edaletê. Îro cejn e. Malbat ne bi kêf û xweşiya cejnê li hev kom bûne. Ez di şexsê Sara Aksoy û Ayşe Cîngoz de daxwazên malbatan ên ‘Bila gorek me ya em ziyaret bikin û çîçekan dînin ser hebe" paver dikim. Edîp Aksoy li Gundê Zengê yê Liceyê dijiya. Endamê ÎHD'ê bû. Eskeran 3 caran Aksoy destgîr kirin û êşkence lê kirin. Ji ber zextên eskeran Aksoy di sala 1993'an de koçî Navenda Amedê kir. Edip Aksoy ê 31 salî li Amedê dest bi firotina tûtinê kir. Hêj keça wê 40 salî bû hat revandin û windakirin.Aksoy û gundiyê wî Orhan Cîngêz saet di 12.00'ê nîvro yê 7'ê Hezîrana 1995'an de revandin û winda kirin.
Endamê JÎTEM'ê Abdulkadir Aygan di îtîrafên xwe de anî ziman ku Aksoy û Cingoz ji aliyê endamên JİTEM'ê ve hatin înfazkirin. Li ser rêya Sîlopiyê defin kirin.
Buldan, anî ziman ku çend sal derbas bibin jî dê lêgerîna aqûbeta Edip Aksoy û Orhan Cîngoz jî di navde lêgerîna hemû windayan berdewam bikin. Buldan, anî ziman ku dê dest ji Qada Galatasarayê ku 143 hefte ye li wan hatiye qedexekirin bernedin.