Meclîsa Jinê ya Sêvê tecrîda li ser Ocalan protesto kirin

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê di çarçoveya pêngava TJK-E ya bi sirûda ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Zap, Metîna û Avaşîn. Dem dema azadiyê ye’ çalakiya kon hate lidarxistin.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên Tirk a li Başûrê Kurdistanê çalakî tên kirin.

Di vê çarçoveyê de Meclîsa Jinan a Sêvê li Qada Kûltorvet a paytexta Danîmarka Kopenhagê bi çalakiya kon tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriya Tirk hatin protestokirin.

ÇALAKÎ WÊ 3 HEFTEYAN HER ÇARŞEM BÊ KIRIN

Li çalakiya kon pankatên ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser û îmzeyên ji bo azadiya Ocalan ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) bê şandin hatin komkirin.

Li kon bi Danî belavok hatin xwendin û axaftin hatin kirin.

Li ser pankartek hatî hildan ev hatiye nivîsîn: ‘8123 roj in Abdullah Ocalan  tê tecrîdkirin’ û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Modernîteya Demokratîk bi şoreşa jinê destpê dike’ hebû.

Çalakî wê 3 hefte her roja Çarşemê dom bike.