Jinên Xwendekar ên Kurdistanê jin vexwendin Konferansa 2’an a JXK’ê

Jinên Xwendekar ên Kurdistanê ji bo 2’emîn Konferansa JXK a ku wê 29’ê Gulana 2021’ê bê lidarxistin banga tevlîbûnê li hemû jinên xwendekar kir.

Aktivîstên JXK’ê ya daxuyaniyek nivîskî da hemû jinên ciwan vexwendin 2’emîn Konferansa Jinên Xwendekar ên Kurdistanê.

JXK’ê bal kişand ser berxwedana li çiyayên Kurdistanê tê kirin û got: “Yên rolên pêşeng di têkoşîna li dijî mêrsalarî ya li Heftanîn, Garê, Zap, Avaşîn û Metîna dilîzin, şerê gerîlayên azadiyê ne. Xebat û berxwedana Rêber Apo, bingehê şoreşa ku jin lîderiya wê dike danî. Em li ser vî bingehî dibêjin, dem dam azadiya Rêber Apo ye.

Em jinên Kurd û enternasyonalîst, ji bo nasname, bersiva pirsgirêkên demê bibînin, em ê xwe çawa perwerde bikin, dîsa organîze bikin, em ê binirxînin. Li ser vî bingehî em we vedixwînin 2’emîn Konferansa JXK a ku wê 29’ê Gulana 2021’ê bê lidarxistin. Em ê bi xwe siberoja xwe ava bikin. Ji bo wê ji çanda destdirêjiyê re dibêjin ‘NA’, ji tecrîdê re dibêjin ‘NA’ û dibêji; Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”