JIN
Hemû Nûçe
-
KON-MED'ê bang kir ku tevlî çalakiyên 25'ê Mijdarê bibin
KON-MED'ê bang kir ku her kes tevlî çalakiyên TJK-E'yê bibe, ku TJK-E ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê û Piştevaniya Navnetewî ya Cîhanî wê heftiyekê çalakiyan bike. -
Varli: AKP berpirsyarê kuştina jinan e
Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli bal kişand ser dijminatiya AKP'ê ya li jinan û got, kuştina jinê tê teşwîqkirin û desthilatdarî cesaretê dide mêran. -
Şehbayiyan şîdeta li ser jinê şermezar kirin
Bi sedan jinên Şehbayî û Efrînî bi meşekê şîdeta li ser jinê şermezar kirin. -
Newaya Jin li Lîege û Essenê bi xwendevanên xwe re civiya
Xebatkarên rojnameya Newaya Jin li Lîege û Essenê bi xwendevanên xwe re hat cem hev, banga boykotkirina dezgehên ragihandin û çapemeniyê yên Tirk ku veguherîne navenda şerê taybet û mejî dicemidînin hat kirin. -
Parlementera HDP’ê Başaran: Divê kujer Dogan Demîr were girtin
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku Dogan Demîr ê ku jinek kuştibû û jinek jî birîndar kiribû, hê jî nehatiye destgîrkirin. -
Sarya ya KBDH’î ji bo 25’ê Mijdarê: Divê milîsên jin xwe rêxistin bikin
Endama Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) Hêvî Sarya bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê peyame da û got, “Parola bingehîn xwe rêxistinkirina milîsên jin e.” -
Li Dîlokê 2 jin hatin kuştin
Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê 2 jin hatin kuştin. -
Girtina Dayika Aştiyê Yîgît hate şermezarkirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê girtina Nezîfe Yîgît şermezar kirin -
Li Amedê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
DAKAP'ê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir û bernameya çalakiyan eşkere kir. Bang li jinan hate kirin ku dakevin qadan. -
Li Êlihê jinek hate kuştin
Li Êlihê jina bi navê Sûltan Karabûlût a ku bi mehra dînî hatibû zewicandin ji aliyê Dogan Demîr hate kuştin. Karabûlût beriya cînayetê gilî kiribû. -
Li Dîlokê jinek bi rengekî hovane hate qetilkirin
Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê, cenazeyê jinekê hate dîtin ku bi êşkenceyê hatiye qetilkirin. -
Jin li dijî şer û şîdetê li qadan in
Jinên li Bakurê Kurdistanê strata çalakiyên 25’ê Mijdarê dan. Di çalakiyan de li dijî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a dagirker û şîdeta zilam peyam hatin dayin. -
Li Londrayê jin li dijî şîdetê çalakî kirin
Platforma Piştewaniya Jinê ya Londrayê di çarçoveya merasîmên 25’ê Mijdarê stant danîn û gotin, “Heya em azadiya xwe bi dest dixînin wê têkoşîna me bidome.” -
Newaya Jin bi xwendevanên xwe re civiya
Çalakiyên civîna Newaya Jin a bi xwendevanên xwe re dewam dikin. Li bajarên Hanau û Darmstadtê qala polîtîkaya weşanê ya rojnameyê hate kirin û nêrîn û pêşniyarên xwendevanan hatin wergirtin. -
Ûca: Em ne ji we û ne ji şahidên we ditirsin
Rêya gundê ku TJA û HDP’ê dixwest li wir bi jinan re bicive bi şahidan re hat girtin. Feleknas Ûca ya HDP’yî got, “Ne ji û ne ji şahidên we ditirsin. Emê têkoşîna xwe bidomînin.” -
Tora Parastina Jin: 25’ê Mijdarê bihevre ji bo berxwedan dakevin kolanan!
Tora Parastina Jin ji bo Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Li Hember Şîdeta li Ser Jinê banga tevlêbûna li Kadikoyê kir: “Ez, tu, ew; 25’ê Mijdarê bihevre ji bo berxwedan dakevin kolanan!” -
Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Li dijî şer û tundiya mêr-dewletê em li qadan e
Meclîsa Jinê ya HDP'ê got, "25'ê Mijdarê li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê li her derê em ê li qadan bin." -
Gokkan ji ber çalakiyên li dijî tundiya li jinê, sûcdar hate dîtin
Berdevka Demkî ya TJA'yê Ayşe Gokkan ku 30 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, hate eşkerekirin ku çalakiyên ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinê ku ew tevlî bû, weke 'sûc' hatiye nîşandan. -
Çalakiya jinên Kurd a li Kolnê didome
Çalakiya name şandinê ya Meclîsa Jinê ya Viyan ku bi dawaza xistina tevgerê ya OPCW’ê lidar dixe, îro bi çalakiya konvedanê ya li Bahnhofplatzê dewam kir. -
YJK-S dest bi çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê kir
Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewyî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jin dest bi çalakiyên xwe kir. -
Newaya Jin li Kolnê bi xwendevanên xwe re civiya
Rojnamevan Ulkem Zeremya diyar kir ku herî zêde çapemeniya jin a Kurd li hemberî kodên zayendperestiya civakî weşangerî kiriye û têkildarê siyaseta weşanê ya rojnameya Newaya Jin agahî da. -
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li 3 bajaran çalakî li dar xist
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li dijî tecrîdê li 3 bajaran çalakî li dar xistine. -
Li Polonyayê bi deh hezaran jin daketin qadan
Li Polonyayê piştî mirina jineke ducanî li tevahiya welêt bi deh hezaran jin daketin qadan û hikûmeta ku kurtaj qedexe kirî, şermezar kirin. -
Li Kirmaşanê jinek ciwan ji aliyê kurmamê xwe ve hat qetilkirin
Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî ku jina ciwan bersiva na dide daxwaza zewacê ya ji kurmamê xwe re tê qetilkirin. -
Doz li girtiyên jin vekirin
Derheqê 19 jinan ku sala 2017'an li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Mûşê êşkence li wan hatibû kirin doz hate vekirin.