Newaya Jin bi xwendevanên xwe re civiya

Çalakiyên civîna Newaya Jin a bi xwendevanên xwe re dewam dikin. Li bajarên Hanau û Darmstadtê qala polîtîkaya weşanê ya rojnameyê hate kirin û nêrîn û pêşniyarên xwendevanan hatin wergirtin.

Newaya Jin ku li bajarê Hanau û Darmstadtê bi xwendevanên xwe re civiya, li dijî medya mêr a serwer bal kişand ser karîgeriya çapemeniya jinên Kurd.

Di kombûnê de ku Meclîsa Jinê ya Nûjîn li dar xist, qala rola medyayê li tevahiya cîhanê û têkoşîna jinan a li vê qadê hate kirin.

Ji kedkarên rojnameyê Ulkem Zeremya li civînê axivî û piştre nêrîn û pêşniyarên beşdaran wergirt.

Ulkem Zeremya anî ziman ku rojnamevanên Kurd ji ber ku rastiyan dinivîsînin têne darizandin.

Ulkem Zeremya diyar kir ku çapemeniya jinên Kurd weşanek li dijî zîhniyeta baviksalar ji xwe re dike esas û got, "Bi salên 1990'î re jinên Kurd di çapemeniyê de gihîştin astekê û li ber medya mêr rabûn. Ev yek li gel pêşketina têkoşîna jinên Kurd pêk hat."

Ulkem Zeremya anî ziman ku rojnameya Newaya Jin ji sala 2005'an û vir ve mehane tê weşandin û bi dehan jin di vê weşanê de kedê didin.

Ulkem Zeremya diyar kir ku di weşana xwe de ew cih didin qadên jinan ên civakî, siyasî, aborî, çandî û destnîşan kir ku ji mexdûriyeta jinê bêhtir ew cih didin têkoşîn û serketina jinan.

Civîneke bi heman rengî li bajarê Darmstadtê jî pêk hat.

Jinên ku li navenda civaka Kurd li hev civiyan qala rola medya Kurd kirin.