Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Li dijî şer û tundiya mêr-dewletê em li qadan e

Meclîsa Jinê ya HDP'ê got, "25'ê Mijdarê li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê li her derê em ê li qadan bin."

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya 10'ê Mijdarê eşkere kir.

Encamname wiha ye:

"Bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê Roja Piştgirî û Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinan a Navneteweyî, me li Enqereyê bi biryardariyeke mezin a domandina têkoşînê, civîna xwe ya Meclîsa Jinan pêk anî. Em vê 25’ê Mijdarê diyarî hevrêya xwe Denîz Poyraz dikin ku li Îzmîrê di encama tundiya mêr-dewletê de hat qetilkirin.

Me Meclîsa xwe ya Jinan bi pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê vekir. Em wekî jin şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan pêk hat, pîroz dikin. Me bersiva kesên ku digotin ‘Kobanî ket’ û bi çeteyên DAIŞ’ê re êrişî destketiyên Kurdan dikirin, di şoreşa Rojava de da û îro jî bi têkoşîna xwe em ê bersiva wan bidin. 

Me di civîna xwe ya Meclisa Jinan ku bi vê biryardariyê pêk anî de soza wê li dijî rejîma mêr ku dijminê jin û Kurdan e,  jiyanê bi hev re ava bikin, dubare kir.

Yek jê sernava herî girîng a niqaşên me jî wê wekî jin em ê siyaseta rêya sêyemîn çawa ava bikin, bû. Di civînê de nêrîna di rojên pêş de divê siyaseta rêya sêyemîn hîn firehtir bê nîqaşkirin û nexşerêya wê bê diyarkirin, derket holê. Li ser vê sernavê hat hedefkirin ku bi hemû saziyên jinan re bê axaftin û bi amadekirina bernameyeke dewlemend dengê hemû jinan bi rêya sêyemîn bidin bihîstin. 

Di nîqaşan de hat tesbîtkirin ku em di pêvajoya tifaqa desthilatdara mêr a AKP-MHP’ê êrişên herî cidî li hemberî xebatên jinan û destketiyan dike de dijîn. Li dijî van êrişan bêyî ku em bibin ‘mexdur’ û ‘meqbûl’, wekî jin li ser pêyan man, têkoşiyan û bûn hêza bingehîn ku îktîdara serdest bihejînin. Ji ber vê yekê îktîdar li dijî kesên berxwedêr siyaseta cezakirinê kûr kir. Îro sedema cezaya ku li Berdevka Demî ya TJA’ê Ayşe Gokkan a bi salan e ji bo azadiya jinan têdikoşe, hat birin ev berxwedan e. Sedema cezadayîna ji bo parastina cewherî ya Çîlem Dogan ku bi salan rastî îşkenceya sîstematîk hat jî ev e.  Başak Cengîz ku ji ber bêparastin bû li kolanê hat qetilkirin û Çîlem Dogan ji ber mafê xwe yê parastina cewherî bi kar anî hat cezakirin, bi awayekî vekirî nîşaneya dijminatiya mêrê serdest a li hemberî jinan e.

Mêrê serdest êrişên xwe yên li dijî destketiyên jinan ku bi têkoşînê bi dest xistine, didomîne. Kesên ku Peymana Stenbolê betal kirin, dixwazin bi gotina ‘Kî bi Peymana Stenbolê dest bi hevokê bike divê destpêkê jinên me nerazîbûn nîşan bidin’ jinan bînin beramberî hev. Em ê bi avakirina tifaqa jinan û mezinkirina têkoşînê bersiva herî baş bidin van êrişan. Wê jin dev jê Peymana Stenbolê bernedin!

Wê Meclîsa me ya Jinan di 25’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne’ dakevin qadan. Li dijî tifaqa mêr ku xizaniyê li jinan ferz dike û keda jinan tune dihesibîne, em ê tu carî dev ji gotina xwe ya ‘Ji xizaniya jinan re na, ji bo jinan edalet’ bernedin.

Li dijî her cureyên polîtîkayên şer, dagirkerî û mêtingeriyên ku li herêmên me tên meşandin, îtîrazên xwe li her qadê bînin ziman û em ê aştiyeke bi rûmet û adilane bi hev re ava bikin. Em careke din bi awayekî biryardarî diyar dikin ku wê li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku hem li hundir û hem jî li derve dixwaze jinan bike bin tecrîdê, têkoşîna azadiya jinan bi ser bikeve.

Li dijî êrişên li ser destketî û mafên me dem dema azadiya jinan e, dem dema hilweşandina desthilatdariya mêr a AKP-MHP’ê ye, dem dema pêkanîna tifaqa jinan û avakirina jiyana nû ye. Di 25’ê Mijdarê de li kolanan, li meydanan dem dema gotina ‘li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne’ ye."