Gokkan ji ber çalakiyên li dijî tundiya li jinê, sûcdar hate dîtin

Berdevka Demkî ya TJA'yê Ayşe Gokkan ku 30 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, hate eşkerekirin ku çalakiyên ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinê ku ew tevlî bû, weke 'sûc' hatiye nîşandan.

Berdevka Demkî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihate darizandin.

Di rûniştina biryardanê ya 20'ê Cotmehê de 30 sal cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn.

Bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' 12 sal, bi heman sûcdariyê 7 sal û 6 mehên din, bi sûcdariya 'alîkariya ji bo rêxistinê' 7 sal û 6 meh û bi sûcdariya 'propaganda rêxistinê' jî 3 sal cezayê girtîgehê li Gokkan hate birîn.

Dadgehê hinceta biryara xwe eşkere kir. Li gorî vê yekê, daxuyaniyên çapemeniyê, karên Kongreya Civaka Demokratîk, Kongreya Jİnên Azad û Komeleya Jinê ya Rosa weke hincetên cezakirinê hatin nîşandan.

Yek ji hincetan jî çalakiya TJA'yê ya 16'ê Gulana 2020'î de bû ku bi armanca 'şermearkirina tundiya li dijî jinê' li navçeya Yenîşehîrê hate lidarxistin. Ayşe Gokkan ji ber tevlîbûna li vê çalakiyê bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê' hate sûcdarkirin.

Di hinceta biryarê de hate ragihandin ku di vê çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Li dijî tundiya mêr û dewletê rabe ser piyan, hay ji xwe hebe" û ev pankart weke sûc hate nîşandan. Her wiha ji ber ku di vê çalakiyê de Gokkan peyva 'Kurdistanê' bi kar aniye, weke sûc hate nîşandan.

Dadgehê îdîa kir ku çalakiyên Gokkan tevlî bûne 'gefeke li ser jiyana demokratîk' û cezayên ku lê birîne jî bi van hincetan rave kir.