Ûca: Em ne ji we û ne ji şahidên we ditirsin

Rêya gundê ku TJA û HDP’ê dixwest li wir bi jinan re bicive bi şahidan re hat girtin. Feleknas Ûca ya HDP’yî got, “Ne ji û ne ji şahidên we ditirsin. Emê têkoşîna xwe bidomînin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratî a Gelan (HDP) bi lidarxistina civîna bi jinan re ya li gundê Akûma ya Êlihê starta merasîm û çalakiyên ku wê li bajêr lidarxînin dan.

Di civîna bi jinan de Wekîla HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, rêveberên Saziya Piştewanî û Alîkariya bi Xizmên Windahiyan ya Li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) û gelek HDP’yî amade bûn.

Şande ku beriya daxuyaniyê xwest bi jinan re bê cem hev, polîs û cendermeyan rêya gund bi şahidan girt û bi gotina “Rewşeke xeter heye” şande da sekinandin.

Gelek jin û rêveberên partiyan ku ji aliyê polîsan we hatin rawestandin, astengî nas nekirin û bi jinên ku li meydana gund sekinîbûn hatin cem hevdu.

Hewldanên astengkirina daxuyaniyê ya ji aliyê polîsan, bi tilîliyan û berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hat şermezarkirin.

‘EM NATIRSIN’

Li wir Feleknas Ûca ya HDP’yî axivî û nerazîbûn nîşanî astengkirinê da. Ûca got, “Em jin ji vê derê careke din ji wan re dibêjin. Em ne ji we û ne ji şahidên we ditirsin. Em polîtîkayên we yên qirêj ku hewldidin pêkbînin qebûl nakin. Em jin li dijî van hemû siyasetên zextê emê bi domandina têkoşîna xwe merasîmên xwe bidomînin.”

Piştî dayina daxuyaniyê bi zarokan re merasîma boyaxkirinê pêk hat.