Hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî astengiya li pêşiya wergirtina cenazeyan dan

Li hemberî astengkirina wergirtina cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn OHD'ê bang li baro û rêxistinên hiqûqê kir ku dengê xwe bilind bikin.

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk û çeteyên wê yên SMO’yê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin. Malbatên rojnamegeran, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe xwestin derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin û bi vê boneyê di 6’ê Çileyê de hatin Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya ya Şirnexê. Malbat, ji wê rojê ve li deriyê sînor tên sekinandin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyaniyek da.

OHD’ê diyar kir ku malbat ev 3 roj in bi awayekî derhiqûqî li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin û wiha got: “Banga me ji bo hemû baroyan, hemû rêxistinên hiqûqê û raya giştî ya demokratîk ew e ku ji bo ev sepana keyfî bi dawî bibe dengê xwe derxînin.”