Newaya Jin li Kolnê bi xwendevanên xwe re civiya

Rojnamevan Ulkem Zeremya diyar kir ku herî zêde çapemeniya jin a Kurd li hemberî kodên zayendperestiya civakî weşangerî kiriye û têkildarê siyaseta weşanê ya rojnameya Newaya Jin agahî da.

Rojnameya jin ya Newaya Jin ku di meha Mijdarê hejmara xwe ya 200’emîn derxist li bajarê Koln a Elmanyayê bi xwendevanên xwe re civiya.

Di civîna ku ji aliyê Meclîsa Jin a Viyanê hatibû organîzkirin de têkildarê asta derketina pêş a jinê ya di medyayan de, cudahiya weşangeriya jin ya li hemberî kodên zayendperestî û naveroka rojnameya Newaya Jin nîqaş hatin kirin.

Di civînê de Rojnamevan Ulkem Zeremya axivî û diyar kir ku êdî medya veguheriye mekanîzmayekî yê biryarê li ser civakê dide.

Her wiha bibîr xist ku mîna Tirkiyê ku di mijara ‘herî zêde rojnamevan girtiye’ de rekor şkandiye, gelek hikumet hene ku zext li medyayê kirine û ew bêdeng kirine. Bi bîrxistina vê yekê bal kişande ser daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarê 62 rojnamevanan ku li ser erkê xwe hatine kuştin.

Zeremya her wiha bal kişande ser rapora Azadiya Çapemeniyê ya Cotmehê ya Koalîsyona Jin a di Rojnamevantiyê de û bibîr xist ku 40 rojnamevanên jin bi şîdet, gef û tacîzê re rû bi rû mane.

Zeremya bal kişande ser girîngiya medyayê ya ji bo jinan û got ku Medya di çavê jinan de çeperek yê têkoşînê ye.

Piştî axaftina Zeremya beşdaran nêrînên xwe parvekirin û têkildarê naveroka rojnameya Newaya Jin nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman.

Wê civînên bi vî rengî 14’ê Mijdarê li Hanaû û Darmstadtê û 21’ê Mijdarê jî li Sîegenê were lidarxistin.