Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li 3 bajaran çalakî li dar xist

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li dijî tecrîdê li 3 bajaran çalakî li dar xistine.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan, çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên hatin lidarxistin ev agahî hatin dayin:

"3'ê Mijdarê li navçeya Karacabey a Bûrsayê cihê endamên Ocaxên Nijadperest ên MHP'î hate tespîtkirin û çalakÎ hate lidarxistin. Di encamê de 2 faşîst birîndar bûn, faşîstên din jî reviyan. Avahî ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

4'ê Mijdarê li Şîle ya Stenbolê vîlayeke faşîstên Tirk ên AKP'î û 3 wesayitên luks hatin şewitandin.

5'ê Mijdarê li Arnavûtkoy a Stenbolê febrîqeyeke tekstîlê ya karsazekî faşîst ê bi navê Mûrat Ozturk ê AKP'î hate şewitandin. Yekîneyên me piştî çalakiyê bi rengekî ewle vegeriyan qadên xwe.

5'ê Mijdarê li Mûratli ya Tekîrdagê yekîneyên me 2 wesayitên luks û otobuseke mezin a gardiyanên faşîst û 2 malên gardiyanan şewitandin."