Li Kirmaşanê jinek ciwan ji aliyê kurmamê xwe ve hat qetilkirin

Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî ku jina ciwan bersiva na dide daxwaza zewacê ya ji kurmamê xwe re tê qetilkirin.

Hate zanîn ku duh li bajarê Kirmaşanê jinek ciwan a bi navê Arêzû Olfetî Goldestê (35) ji aliyê kurê mamê xwe yê bi navê Emîr Olfetî Goldestê (38) ve hatiye qetilkirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyê ku nexwestiya navê xwe bide têkildarê sedemên bûyerê ev agahî dan: “Piştî ku Emîr dibihîze ku Arzû bersiva na daye daxwaza wî ya zewacê,  li bajaroka Anahîta a Kirmaşanê bi wqesayîta xwe êrişê wesayîta Arzû dike û di encamê de wesayîta Arzû diqelibe. Di cihê bûyerê de Arzû demildest jiyana xwe ji dest dide û xwîşka wê ku ew jî pêre bû bi giranî birîndar dibe û dikeve komayê û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya bajêr. Li ser vê yekê kujer Emîr tê û cenazeyê Arzû ji wesayîta qelibî derdixîne û li wir 3 fîşekan li serê wê dixe.”

Têkildarê aqubeta bûyerê agahiyên berfireh nehatin bidest xistin.