Doz li girtiyên jin vekirin

Derheqê 19 jinan ku sala 2017'an li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Mûşê êşkence li wan hatibû kirin doz hate vekirin.

17'ê Sibata 2017'an qerdiyan û leşkeran bi ser koxuşên girtiyên jin de girtibûn, gelek ji girtiyên jin birîndar kiribûn.

Di nav van de Ayten Beçet jî hebû ku piştre ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe dabû ber êgir.

Qerdiyanên êrîşkar bi tundiya xwe nemabûn û her wiha giliyê 19 girtiyên jin jî kiribûn.

Dadgeriya Cezayê ya Esliyê ya Mûşê îdîanae qebûl kir.

Her wiha pirtûka ''Bi 101 pirsan Xweseriya Demokratîk'' jî ku ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatibû çapkirin di îdînameyê de weke hêmana sûc hate qebûlkirin.