Çalakiya jinên Kurd a li Kolnê didome
Çalakiya name şandinê ya Meclîsa Jinê ya Viyan ku bi dawaza xistina tevgerê ya OPCW’ê lidar dixe, îro bi çalakiya konvedanê ya li Bahnhofplatzê dewam kir.
Çalakiya name şandinê ya Meclîsa Jinê ya Viyan ku bi dawaza xistina tevgerê ya OPCW’ê lidar dixe, îro bi çalakiya konvedanê ya li Bahnhofplatzê dewam kir.
Çalakiyên li Ewropa yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ku ev 6 mehin di êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bikar tîne dewma dikin.
Li bajarê Koln a Elmanya Meclîsa Jinê ya Viyan bi dawaza ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW’ê bixe tevgerê dest bi çalakiyan kiribû, çalakiya îro li Bahnhofplatzê bi vedana konê dom kir.
Di çalakiyê de ji bo ku ji OPCW’ê re bişînin îmze hatin komkirin, bi stanta agahdarkirinê re belavok balav kirin û bêdengiya di serî de dewleta Elman, dewletên Yekîtiya Ewropayê hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de her wiha banga tevlêbûnê ya ji bo çalakiya konvedanê ya li Dusseldorfê hat kirin.