Tora Parastina Jin: 25’ê Mijdarê bihevre ji bo berxwedan dakevin kolanan!

Tora Parastina Jin ji bo Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Li Hember Şîdeta li Ser Jinê banga tevlêbûna li Kadikoyê kir: “Ez, tu, ew; 25’ê Mijdarê bihevre ji bo berxwedan dakevin kolanan!”

Tora Parastina Jin ji bo bangwezaiya 25’ê Mijdarê li Kadikoyê çalakî lidarxist.

Di çalakiyê de jinan dovîz hilgirtin û gotin, “Li her derê li dijî baviksalarî em hevpariya xwe ya sûc dibînin mezin bikin. Li her derê torên ku em bi wan hevdu diparêzin rêxistin bikin.”

Di çalakiyê de bi domdarî dirûşmeyên “Ne edaleta zilam, edaleta rasteqîn”, “Em bêdeng namînin, natirsin, îtaet nakin”, “Em ji bo te li wir in” û “Bijî têkoşîna me ya femînîst” berzkirin.

Piştre têkildarê girîngî û têkoşîna jinan daxuyaniyeke berfireh ji aliyê Ruya Kûrtûlûş hat xwendin.

Di daxuyaniyê de banga tevlêbûnê ya çalakiya 25’ê Mijdarê ya wê li Kadikoyê were lidarxistin hat kirin.