YJK-S dest bi çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê kir
Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewyî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jin dest bi çalakiyên xwe kir.
Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewyî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jin dest bi çalakiyên xwe kir.
Wê çalakî bi pêşnegiya Tevgera Jinê Kurd li Ewropa (TJK-E) werin lidarxistin.
Ligel panel û semîneran wê bi platformên jinên Swîsreyî û koçber mîtîng û meşên hevbeş werin lidarxistin, li navendên bajêr stantên agahdarkirinê werin danîn û wê bi çalakiyên li kolanan ‘şîdeta li ser jinê’ were protestokirin.
YJK-S ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê ku wê bi dirûşmeya “Li hemberî qirkirina jinê, dem dema parastina jin û civaka azad e” banga tevlêbûnê kir.
Di bangewaziyê de hate gotin merasîmên ku bi daxwaza li hemberî qirkirina jinê, afirandina jin û civaka azad wê ji 7’ê Mijdarê destpê bikin û 28’ê mehê bi dawî bibin, wê bi armanca balkişandina li ser qirkirina jinê ya li Efrînê heyî û şermezarkirina êrişên dewlet Tirk a dagirker yên bi gazên kîmyewî û jehrî li ser Kurdistanê pêk tîne werin lidarxistin.
Programa merasîm û çalakiyên ku wê ji 7 heya 28’ê Mijdarê bidome wiha ye:
-Wê li Bern, Zurîh, Aaraû, Solotûrn, Lûzern, St.Gallen, Belîzona, Basel, Cenevre û Lozanê panel û semîner werin organîzekirin û stantên agahdarkirinê werin vekirin.
-Bi heman armancê 25’ê Mijdarê wê bi saziyên jinan li hemû herêman meş û mîtîngên hevbeş werin lidarxistin.
Li ser vî bingehî;
25’ê Mijdarê li Zurîhê saet 19:30’an li Helvetîa Platz
25’ê Mijdarê li Lûzernê saet 18:00’an li Bahnhof Platz
25’ê Mijdarê li Baselê saet 18:00’an li Theater Platz
25’ê Mijdarê li Bernê saet 19:00’an li Bûbenberg Platz
Wê mîtîng û xwepêşandan werin lidarxistin.