Li Polonyayê bi deh hezaran jin daketin qadan
Li Polonyayê piştî mirina jineke ducanî li tevahiya welêt bi deh hezaran jin daketin qadan û hikûmeta ku kurtaj qedexe kirî, şermezar kirin.
Li Polonyayê piştî mirina jineke ducanî li tevahiya welêt bi deh hezaran jin daketin qadan û hikûmeta ku kurtaj qedexe kirî, şermezar kirin.
Jina ciwan a 30 salî ev 22 hefte bûn ducanî bû. Jina bi navê Îzabele 22'ê Îlonê li nexweşxaneyeke li başûrê welat mir.
Malbatê, parêzerên malbatê û gelek rêxistinên jinan gotin, Îzabela qurbana pêşî ya qedexeya kurtajê ye ku ji sersalê ve hatibû danîn.
Pispora şaşiyên tibî û parêzera malbata Îzabela, Jolata Budzowska 29'ê Cotmehê li ser Twîtterê wiha nivîsîbû: ''Doktor li bendê man ku cenîn bimire. Fetûs mir, nexweş mir. Şoka septîk.''
Desthilatdariya PiS ku bi polîtîkayên muxafazkariya radîkal û mafê jinan asteng dike, tê zanîn bi biryara Dadgeha Destûrê qedexe anîbû ser kurtajê. Bi vê biryarê re trîzomî 21 jî di nav de di rewşa nexweşiya fetûsê de kurtaj qedexe ye.
Li Polonyayê ya bi nifûsa 38 milyonî beriya vê biryarê jî salê herî zêde 2 hezar kurtaj dibûn. Texmîn ew e ku bi rêbazên ku jê re 'jêr derencekan' tê gotin û li derveyî welat jinên ku kurtaj dibin derdora 200 hezarî ne.
Şemiyê li tevahiya welêt, ji Varşova heta Gdanskê jin derketin kuçeyan û ji bo Îzabela mûm vêxistin.
Di çalakiyê de ya ku bi deh hezaran jin hazir bûn hikûmeta ku kurtaj qedexe kirî, hate şermezarkirin.