JIN
Hemû Nûçe
-
YJAD’ê qetilkirina Jîna Emînî û Anûş Abetyan şermezar kir
YJAD’ê qetilkirina Jîna Emînî ji aliyên polîsên exlaq ên Îranê ve û qetilkirina bi hovîtî ya leşkera jin a Ermen Anûş Abetyan ji aliyê artêşa Azerî ve şermezar kirin. -
Girtiyên jin ên Îranê li dijî zilmê banga yekitiyê kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê têkildarî jina Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaq ve hatibû qetilkirin, li dijî zilmê banga yekitiyê kirin. -
TJK-F wê şehîdên jin bi bîr bîne
TJK-F’ê diyar kir wê di 24’ê Îlonê de Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak di serî de ji bo gerîlayên jin ên ku li qadên cihê şehîd bûne, wê çalakiyeke bîranînê li dar dixe û banga tevlêbûnê kir. -
Li bajarên Îranê û Kurdistanê hêrsa gel mezin dibe
Li bajarên Îranê û Kurdistanê, çalakiyên şermezarkirinê ku bi kuştina Jîna Emînî destpê kirin, di roja çaran de mezintir bûn. -
Jinên Îranî ji bo Jînayê çalakî li dar xistin
Jinên Îranî yên ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve li Îranê hat qetilkirin li Stenbol û Îzmîrê hatin ba hev û peyama “Em radest nabin“ dan. Polîsên Tirk, 20 jinên li Stenbolê çalakî kirin destgîr kirin. -
Qetilkirina Jîna Emînî li Hambûrgê hate protestokirin
Meclîsa Jinan a Rojbîn li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên dewletê ve, li ber Balyozxaneya Îranê ya Hambûrgê pankarta reş daliqandin û çalakiya protestoyî li dar xistin. -
TAJÊ: Kuştina Jîna Amînî encama polîtîkaya dijminatiya li jinê ye
TAJÊ kuştina Jîna Amînî şermezar kir û diyar kir ku dem hatiye rejîma Îranê xwe biguherîne, naxwe wê weke hemû rejîmên dîktator û desthilatdar hilweşe. -
Ji bo Jîna Emînî li gelek bajarên Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin
Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên ji bo jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ku li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê Polîsên Exlaqê ve di dema destgîriyê de hatibû qetilkirin, dewam kirin. -
HDP: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
HDP'ê êrîşa hêzên rejîma Îranê şermezar kir û destnîşan kir ku têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê. -
Rûken: Jin wê azadiyê bînin Rojhilat û Îranê
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zerîn Rûken destnîşan kir ku jinên Rojhilat-Îranî wê azadiyê bi xwe re bînin û ji bo berxwedan û rêxistiniya hevpar bang kir. -
Di roja 3’emîn a qetilkirina Jîna Emînî de, çalakiyên protestoyê didomin
Piştî ku Jîna Emînî (22) ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin, li gelek bajar û bajarokên Îranê çalakiyên protestoyê hate lidarxistin. -
Li Amedê jin ji bo Jîna Emînî hatin ba hev
Platforma Jinan a Amedê ya Dîcleyê (DAKP) ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin, li Parka Hazal a li Amedê hatin ba hev û daxuyaniyek çapemeniyê dan. -
HPJ: Xwedî derketina li Jîna, xwedî derketina li nirxên mirovahiyê ye
Hêzên Parastina Jinê (HPJ) li dijî qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Xwedî derketina li Jîna (Mehsa), xwedî derketina li nirxên mirovahiyê ye.” -
Li Kerboranê qetilkirina Pakîstan Demîr hate prostestokirin
Jin ji bo Pakîstan Demîr a li Kerboranê hate qetilkirin meşiyan û tevî astengî û êrîşên polîsan jî qetlîamên jinan protesto kirin. -
Di rapora nexweşxaneyê de derket holê ku Jîna bi êşkenceyê hatiye qetilkirin
Dihat îdiakirin ku Jîna Emînî piştî ji aliyê polîsên exlaq ve hat destgîrkirin, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Di raporên nexweşxaneyê de derket holê ku ji ber derbeyên giran ên ji serê xwe xwarî hatiye qetilkirin. -
Xwepêşandanên li Îranê: Hêzên Îranê êrîşî xwepêşanderan dikin
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bertekên gel ên bi pêşengiya jinan a li hemberî qetilkirina Jîna Emînî didome. Hêzên Îranê êrîşî xwepêşanderan dike. -
Keçên Rojê yên Apoyî soza hilanîna tola Jîna Emînî dan
Keçên Rojê yên Apoyî bi daxuyaniyekê bal kişandin ser qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê Îranê ve hatibû qetilkirin û ragihand, “Em ê tola Jîna Emînî hilînin.” -
Jinên Mexmûrê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin
Bi tevlêbûna bi dehan jinên wargeha Mexmûrê ji bo şermezarkirina qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî daxuyaniyek dan û gotin ku ew helwesta bi yek dengî ya jinan ya gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ pîroz dibînin. -
TJK-Rûsya: Erîşên li ser jinan ne ji rêzê ne!
Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û diyar kir ku êrîşên rejîma Îranê ya li dijî jinên Kurd ne ji rêzê ne. Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê li dijî êrîşên jinan banga têkoşîna hevpar kir. -
TJK-E: Şîara me têkoşîna hevpar e, xweparastin e
TJK-E'yê di şexsê Jîna Emînî de jinên hatin qetilkirin hemû bi bîr anî û bang li jinan kirin ku li dijî kuştina jinan têkoşînê li her qadê mezin bikin û bibin dengê Jîna Emînî. -
Jinên Îranî li dijî qetilkirina Jîna Emînî porê xwe jê kirin
Piştî qetilkirina Jîna Emînî (Mehsa) ji hêla polîsên “dijî bê hîcabiyê” yên rejîma Îranê ve, li gelek bajaran çalakî hatin destpêkirin. Jinan bi dirûşmeya “Heke por nebe, guneh jî nîne” pora xwe jê kirin. -
KJK qetilkirina Mahsa Amînî şermezar kir: Em têkoşîna xweparastinê mezin bikin!
KJK'ê kuştina Mahsa Amînî bi hêrs şermezar kir û di serî de jinên li Rojhilatê Kurdistanê bang li jinên Belûcî, Fars û Azerî kir ku li dijî van polîtîkayên dijminatiya li jinê, li her qadê têkoşîna xweparastinê mezin bikin. -
Jinên Berxwedana Serdemê
Pirtûka 'Li Mehşera Serdemê şopa Jinan' qala berxwedana bênavbera a 58 rojan a li Efrînê dike. -
Li Sineyê çalakiya protestoyî ya li dijî qetilkirina Jîna Emînî
Bihezaran kes li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê li dijî qetilkirina Jîna Emînî daketin qadan û rejîma Îranê protesto kirin. -
TJA: Em ê li dijî qetlîamên jinan têkoşîna xwe bidomînin
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em ê wek parêzvanên mafên jinan û rêxistinên jinan şopdarên qetlîamên jinan bin û li dijî qetlîamên jinan têkoşîna xwe bidomînin.”