Qetilkirina Jîna Emînî li Hambûrgê hate protestokirin

Meclîsa Jinan a Rojbîn li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên dewletê ve, li ber Balyozxaneya Îranê ya Hambûrgê pankarta reş daliqandin û çalakiya protestoyî li dar xistin.

Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna (Mehsa) Emînî ya 22 salî ya ji aliyên “polîsên exlaq” ve, li ber Balyozxaneya Îranê ya Hambûrgê çalakiya protestoyî li dar xistin.

Jinan li ber balyozxaneyê pankarta reş a “Keîn Gehors am (Îteat nîn e) jin jiyan azadî” daliqandin û şerpe danîn li ber balyozxaneyê. Jinan di çalakiyê de wêneyên Jîna Emînî hilgirtin û bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Fraûen Leben Freîheît” û “Şehîd namirin” berz kirin. Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê Leyla Kaya jî axivî û wiha got: “Dewleta Îranê nêzîkatiyek a hovane li hemberî jinan; bi taybetî li hemberî jinên Kurd raber dike. Bi taybetî qetilkirina jinên Kurd, bûye pergala dewletekê. Divê jin têkoşîna rêxistinkirî geş bike û lê dewam bike. Cîhan, bi taybetî welatên Ewropayê li dijî komkujiyên jinan bêdeng e. Em ê weke Tevgera Jinên Kurd ên welatparêz, li hemberî van kujerên jinan li ber xwe bidin. Li Rojhilata Navîn li ser bedena jinê siyaset tê kirin. Em ê li hemberî van rejîmên paşverû, li ber xwe bidin. Em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.”

Kaya di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku li dora têkoşîna rêxistinkirî li ber xwe bidin.

Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.