Jinên Îranî li dijî qetilkirina Jîna Emînî porê xwe jê kirin

Piştî qetilkirina Jîna Emînî (Mehsa) ji hêla polîsên “dijî bê hîcabiyê” yên rejîma Îranê ve, li gelek bajaran çalakî hatin destpêkirin. Jinan bi dirûşmeya “Heke por nebe, guneh jî nîne” pora xwe jê kirin.

Jina Kurd a ciwan Jîna Emînî (Mehsa) dema li Tehranê diçû serdana malbata xwe, bi hinceta ku pora wê xuya dike ji hêla polîsên “dijî bê hîcabiyê” yên rejîma Îranê ve hat destgîrkirin û êşkencekirin. Ji ber derbên li serê wê hatine xistin, Emînî kete komayê û 3 roj piştre jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Emînî, li gelek bajarên Îranê jin daketin kolanan û li dijî vê komkujiyê porê xwe birîn.

Hêzên muxalif ên Îranê jî bi dirûşmeya ‘polîsên dijî bê hîcabiyê bên rakirin’ kampanya dan destpêkirin; lê jinên Îranî piştgirî nedan vê kampanyayê. Jinan, destnîşan kirin ku bi vê kampanyayê tê daxwazkirin ku hêrsa gel a li dijî rejîmê kêm bibe û bang li hemû jinan kirin ku beşdarî çalakiya “Heke por nebe, guneh jî nîne” bibin. Jinan pora xwe jê kirin. Gelek jinên Îranî yên navdar jî derketin pêşberî kamerayan, laçikên xwe derxistin û meydan ji hikûmeta Îranê re xwendin.