Jinên Berxwedana Serdemê
Pirtûka 'Li Mehşera Serdemê şopa Jinan' qala berxwedana bênavbera a 58 rojan a li Efrînê dike.
Pirtûka 'Li Mehşera Serdemê şopa Jinan' qala berxwedana bênavbera a 58 rojan a li Efrînê dike.
Şêniyên Efrînê ku beriya Şoreşa Rojava jî xwedî li têkoşîna azadiyê derdiketin, li gel zext û zordariya rejîmê jî xwe bi veşartî bi rêxistin dikirin û ti carî dest ji ruhê xwe yê raperînê bernedan. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re akademî û sîstema xwe ya meclîs û komunan bi rêxistin kirin, bûn afirînerên Şoreşa Jinê. Bêguman ji bo vê jî jin û bi giştî xelkê Efrînê di asteke mezin de xwe feda kirin. Ev fedakarî bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 20'ê Çileya 2018'an careke din hate dîtin. Mohra xwe danîn binê berxwedaneke ji 58 rojan. Pirtûka 'Di Mehşera Serdemê de şopa Jinan' qala vî ruhê têkoşînê dike.
Nivîskar Dersim Mîrza, piştî karekî dûdirêj, pirtûka 'Di Mehşera Serdemê de şopa Jinan' nivîsand. Sala 2019'an piştî rêwîtiyeke zehmet û dirêj, pirtûka ji 33 çîrokan hate amadekirin.
Dersim Mîrza ku bal kişand ser rûyê jinê yê berxwedanê, qala bi hezaran şervan, dayik, bav û zarokên di nava Berxwedana Serdemê de kir. Pirtûk sala 2021'ê hate çapkirin.
Dersim ku ji Herêma Cizîrê çû Şehbayê û guh da êş, lorîn û dilê dayikan û dilsoziya wan a bi Efrînê re.
Di pirtûkê de; jinên ji Cizîrê, Kobanê, Reqa û Minbicê ji bo xurtkirina Berxwedana Serdemê çûn qada berxwedanê, jinên ku cenazeyên zarok, dayik, bav û şervanan pêşwazî kir, jinên ku li çeperan bi zarokên xwe re mil bi mil şer kirin, jinên ku li gel serma û zehmetiyê bi rojan ji şervanan re xwarin çêkirin, cebilxane birin, çeper amade kirin û 58 rojan qada berxwedanê neterikandin, hatin vegotin.
Di dawiya pirtûkê de jî wêneyên çîrokan hatine nîşandan.