Jinên Îranî ji bo Jînayê çalakî li dar xistin

Jinên Îranî yên ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve li Îranê hat qetilkirin li Stenbol û Îzmîrê hatin ba hev û peyama “Em radest nabin“ dan. Polîsên Tirk, 20 jinên li Stenbolê çalakî kirin destgîr kirin.

Çalakiyên protestoyî yên ji bo Jîna Emînî ya bi hinceta peşkî ji porê wê xuya bûye ji aliyê polîsên exlaq ve li Îranê bi êşkence hat qetilkirin, berdewam dike.

LI STENBOLÊ 20 JIN HATIN DESTGÎRKIRIN

Jinên Îranî yên li Stenbolê dimînin, xwestin ji bo Jîna Emînî li Taksîmê çalakiyekê li dar bixin. Bi dehan kesên li Qada Teksîmê hatin ba hev, rû bi rûyê êrîşa polîsan bûn. Lê dîsa jî jinan ber bi Kolana Îstiklalê ve dest bi meşê kir. Polîsan, dor li jinan girt. Gelek kes tevî dorpêçê bi hilgirtina wêneyên Jîna Emînî meşiyan û dirûşmên “Azadî ji jinan re“, “Na ji girtinê re“, “Em Jîna Emînî ne“ berz kirin.

Polîsan êrîş bir ser Îraniyan û gefa betalkirina mafê mayîna li Tirkiyeyê li wan xwar. Tevî hemû êrîşên polîsên Tirk jî jinan li meşa xwe dewam kir. Di encama êrîşa polîsan de 20 jin hatin destgîrkirin.

Navên jinên destgîr kirî û bi kû ve hatin birin nehat zanîn.

‘EM HEMÛ JÎNA NE’

Jinek a Îranî ya bertek nîşanê êrîşa polîsan da, got: “Nirxên me hene û em naxwazin radest bibin. Di mala her yekê ji me de Jînayek heye. Dibe ku her kes rû bi rûyê vê qetlîamê bibe. Dibe ku ev tişt bê bi serê her kesê de. Radest nebin. Em radest nabin. Dayik, xwişk û birayên me em hemû Jîna ne. Niha ji ber ku xwişkên me îtiraz dikin tên kuştin. Ji bo mafê xwe şer dikin û bi tenê azadiyê dixwazin. Em bi zorê naxwazin ku serê me bê girtin.“  

Jin piştî meşê belav bûn.

ÎZMÎR

Jinên Îranî yên li Îzmîrê dijîn jî, li Qada Cûmhûriyetê çalakî li dar xistin. Jinên Îranî, Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû, Rêvebirên HDP’ê yên Îzmîrê û rêxistinên jinan tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Jîna Emînî, dowîzên “Jinên Îranî ne bi tenê ne, bijî têkoşîna me ya jinên enternasyonal” û “Jin, jiyan, azadî” hatin hilgirtin û bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Zeng zendegî azadî” û “Bijî piştevaniya jinan” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya jinên Îranî de wiha hate gotin: “Tenê ji me dixwazin ku em bibin Misilman û xwestekên wan pêk bînin. Ji 7 saliyê û bi şûn de neçariya li xwe kirina hîcab heye. Eger tu hîcab li xwe nekî, tu nikarî biçî dibistanê jî. Tenê ji bo xwendinê keçên 7 salî, neçar dibin ku hîcab li xwe bikin. Bi qasî ku em mezin dibin, maf û azadiya me girêdayê destûran dibe. Li Îranê mafê jinan nîn e ku bi awayekê azad bizewicin yan jî biçin derveyê welat. Li her derê polîsên exlaq digerin. Dema ku li serê we hîcab hebe û hinek pora we xuya bike, polîsên exlaq dibêjin ‘te hîcab li xwe nekiriye’ û êrîş dikin. Ji ber li xwe nekirina hîcab, mirov tên girtin. Tenê nagirin, gotinên xerab jî dikin. Ya herî xerab jî dikarin mirovan bikujin û kuştine jî.”

EM DIXWAZIN ÎRANÊ AZAD BIKIN’

Jinên Îranî gotin ku ew dixwazin divê her kes bi awayekê azad li gorî baweriya xwe bijî û wiha gotin: “Em ji Komara Îslamî re dibêjin na. Ev 43 sal in di çalakiyên herî biçûk de mirovan dikujin. Em dixwazin wê rejîmê ji Îranê derbixin û azad bikin. Divê her kes bi awayekê azad, li gorî baweriya xwe bijî. Tu kes di aliyê ol de, zoriyê li tu kesê neke. Bila şaş neyê famkirin, em ne li dijî ola tu kesê ne. Lê divê her kes bi awayekê azad li gorî baweriya xwe bijî.”

REJÎMÊN ZEXTKER, DIJMINÊ JINAN IN

Piştre Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû mafê axaftinê girt û got ku vê komkujiyê carek a din nîşan da ku hemû rejîmên zextker dijminên jinan in. Pîroglû wiha got: “Hemû rejîmên zextker li Rojhilata Navîn, her cure êrîşan li ser Kurd û jinan rewa dibîne. Êrîşa li dijî Jîna Emînî hate kirin, tu cudahiya wê ji çeteyên DAÎŞ’ê yên jinên Êzidî li bazara koleyan firotin, nîn e.”

FIND HATIN VÊXISTIN

Piştî daxuyaniyê, ji bo bibîranîna Jîna Emînîyê li qadê qurnefîl hatin danîn û find hatin vêxistin. Polîsan got ku li ber bîrdariyê vêxistina findan qedexe ye û êrîşê çalakgeran kir.  Jinan, bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî vê yekê da.