HPJ: Xwedî derketina li Jîna, xwedî derketina li nirxên mirovahiyê ye
Hêzên Parastina Jinê (HPJ) li dijî qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Xwedî derketina li Jîna (Mehsa), xwedî derketina li nirxên mirovahiyê ye.”
Hêzên Parastina Jinê (HPJ) li dijî qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Xwedî derketina li Jîna (Mehsa), xwedî derketina li nirxên mirovahiyê ye.”
Fermandariya Hêzên Parastina Jinê (HPJ) li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya HPJ’ê wiha ye:
“Di serî de em qetilkirina Jîna Emînî ku çend roj berê bi destê polîsên rejîmê dagirker a Îranê hatibû qetilkirin şermezar dikin. Hem ji bo malbat, hem jî ji bo gel û jinên ku dilê wan ji bo azadî lê dide re sersaxî dixwazin. Em wek Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan HPJ ji bo xwedî derketina hemû jinên ku di bin zext û ji wê jî wêdetir di bin qetlîama pergala dagirker, qirker de li ber xwe didin piştgiriya xwe diyar dikin. Li hember dagirkeriya Îranê ku pergala xwe li ser bingehê dijminantiya jin ava kiriye û berfireh kiriye, xwe rêxistin dikin û bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ji bo jinan û ji bo civakên Rojhilatê Kurdistan û Îranê têdikoşin.
Di vê pêvajoyê dawî de jinên mîna Jîna û Şilêr, zagon û sînorên ku ji bo jinan hatiye danîn bi tu awayî qebûl nekirin û li hember kiryarên ferasetê baviksalar serî rakirin û bûn sembolê berxwedanê. Ev nîşanê me dide ku jin û civak êdî ew sînorên ku welayetê feqî danîye û bi hemû hêzê xwe ve diparêzê esas nagirin û heta li hemberê wî serî radikin, têdikoşin. Lê ji bo ku di vê tekoşînê de encam were girtin helwestên heyî bi rêxistinkirin û kirina malê gişti jinan girîng e.
Ev hovîtiyên ku di bin navê zagonên ewlekariyê de, bi destê geştê erşad têne kirin pêwîste neyê qebûlkirin. Jiber ku ev hemû kiryarên heyî polîtîkayên ku li dijî jin hatine plankirin in û xizmeta pergala zilamsalar a Îranê dikin. Ya rastî divê jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ev koletiya ku li ser jin û civak tê ferz kirin, qebûl nekin û her tim li hemberî van sepandinan bi çalak bin. Bi taybet jî pêwîste li beramber her cure şîdetê ku ji aliyê ferasetê zilam ve tê meşandin parastina xwe bi hêz bikin da ku bikaribin rûmet û kerametê jinan bi parêzin. Ev jî bi tekoşînek bi hêz û bi rêxistinbûnek yekgirtî ve pêkan e. Ger jin bi awayek xurt xwe bi rêxistin bike û xwedî li hemû destkeftiyên ku ji destpêkê dîrokê heta niha hatiye bi dest xistin derbikeve, ne gengaze ku ev pergalê zilamsalar xwe li ser lingan bigre. Heta ku ew ê hezîmetek mezin jiyan bike. Lewma jî pêwîste em hemû di bingeha îdeolojîk, felsefîk û manevî de bên ba hev û rêxistinbûnek ava bikin ku hemû jinên Kurd, Fars, Ereb, Belûc, Azerî û hwd xwe tê de bibînin û li ser esasên vê rêxistinbûnê xwe bi şiklekî sîstematik biparêzin.
Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo ku xwe bigihînin hevdû û xwedî li jinên wek Jîna, Şilêr û hemû jinên ku di dîroka azadiya jin de rolê xwe leyîstin û bûn sembol derbikevin; pêwîste tevlî refên azadiyê bibin. Meşaleya tekoşîna qehremanên wek Şîrîn Elemhulî, Zîlan Pepule û Rojda Kotolan ku li hember pergala dagirker a Îranê serî hildan û tevlî refên gerîla bûn pêwîste ji mile her yek jinên vê herêmê ve bê bilindkirin. Ji ber ku ev qehremanên mezin bûn xeta pêşengiya jin û hemû jinan ronî kirin. Pêwîste jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî xwedî li nasname û bîrdoziya azadiya jin derbikevin û parastina jin bi tevlîbûna xwe ve bilind bikin.
Di dawî de em jî wek HPJ Jîna û Şilêran bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bilindkirina tekoşîna azadiya jin didin û em dibêjin ku emê bi fikir û felsefeyê Rêber Apo ji bo Kurdistanek azad û Îranek demokratik tekoşîna xwe bilind bikin û zaferê mîsoger bikin.”