YJAD’ê qetilkirina Jîna Emînî û Anûş Abetyan şermezar kir

YJAD’ê qetilkirina Jîna Emînî ji aliyên polîsên exlaq ên Îranê ve û qetilkirina bi hovîtî ya leşkera jin a Ermen Anûş Abetyan ji aliyê artêşa Azerî ve şermezar kirin.

Yekîtiya Jinên Elewî û ya Demokratîk (YJAD), bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyên polîsên exlaq ên Îranê ve û qetilkirina bi hovîtî ya leşkera jin a Ermen Anûş Babetyan ji aliyê artêşa Azerî ve şermezar kirin. YJAD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Jîna Emînî ji ber ku li gor rê û rêzikên Îslamî serê xwe negirtiye, polîsên exlaq ên Îranê xwestine wê destgîr bikin û bi eşkênce ew qetil kirine.

YJAD’ê ku qetilkirina bi hovîtî ya leşkera jin a Ermen jî bi bîr xist û got: “Jina Ermen Anûş Abetyan, bi rêbazên hovanê yên êşkenceyê ji aliyê leşkerê Azerî ve hat qetilkirin. Ev rejîmên paşverû ku li ber çavên cîhanê li dijî jinan sûcên li dijî mirovahiyê dikin vê wêrekiyê ji kû û çawa digirin?“

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Em vê qirkirinê, ên sûc kirine şermezar dikin. Ji bo rawestandina qirkirina jinan, em bang li saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û yên mafên jinan diparêzin dikin bi berpirsyariya xwe rabin.

Ji ber baweriya xwe jinên Elewî jî bi heman awayî hatin qetilkirin, êrîş li wan hatin kirin. Heman êş dîtin. Em vê êşa mezin a jinan ku rejîmên paşverû dibin sedem parve dikin.

Em ê li dijê hişmendiya faşîst û paşverû ya li dijî jinan li her derê têbikoşin û em bawer in ku em ê azadiya xwe bi dest bixin. Em berxwedana gelê Rojhilat û jinên wê silav dikin.“