Li Kerboranê qetilkirina Pakîstan Demîr hate prostestokirin

Jin ji bo Pakîstan Demîr a li Kerboranê hate qetilkirin meşiyan û tevî astengî û êrîşên polîsan jî qetlîamên jinan protesto kirin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, jin ji bo Pakîstan Demîr a ku 16’ê Îlonê ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hat qetilkirin meşiyan.

Jin li ber konê sersaxiyê ya ji bo Demîr hatî vedan hatin ba hev û ber bi Goristana Seyît Hasan ve meşiyan.

Jinan wêneyên Demîr hilgirtin û li ber tilîliyan dirûşmeyên “Jin Jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “destên ku dirêjî jinê dibin, bila bişkên” û “Mêr lêdixe, dewleta diparêze” hatin berzkirin. Polîsan xwest meşê asteng bikin, lê jinan bi biryardarî meşa xwe dom kirin.

Polîsekê bertek nîşanî dirûşmeya jinan a “mêr lê dixe, dewleta diparêze” da û got ku tu têkîliya vê bi dewletê re nîne û gefa êrîşkirinê li jinan xwar. Lê jin bi berzkirina dirûşmeyan heta goristanê meşiyan.

‘JI BO JINAN EDALET’

Dayîka Naîme Demîr li vir axivî, diyar kir ku edalet nîne û ev bertek nîşan da: “Eger edalet hebûya, keça min nedimir. Ji bo jinan çi hatiye kirin, ne tu tişt.”

Piştre welatiya bi navê Medîne Tokgoz jî axivî û got: “Bila êdî jin nemirin. Pakîstanên din nemirin. Em dixwazin ku zarokên xwe, jinên xwe ji terora bav biparêzin. Em ji bo jinan edaletê dixwazin.”

ÊRÎŞA BI GAZA BÎBERÊ

Piştî axaftinan jin bi berzkirina dirûşmeyan car din meşiyan, lê polîsan pêşî li jinan girt. Polîsan bi gaza bîberê êrîş bir ser jinan û nehiştin ku ji goristanê derbikevin. Li ser vê yekê jinan bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî êrîşa polîsan dan. Li hemberî sekna bi biryar a jinan barîkat hatin rakirin û jin derbasî şînê bûn.