Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê têkildarî qetilkirina jina ciwan ya ji Seqiza Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî (Mehsa) ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve daxuyaniyekî da.
TJK-Rûsyayê di daxuyaniyê de qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û sersaxî ji malbata Emînî re xwest.
Daxuyanî li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê ji aliyê Seroka Tevgerê Culyeta Aram ve hat dayîn.
Aram bal kişand ser kiryarên rejîma Îranê li ser jinên Kurd û wiha dewam kir: “Rejîma Îranê beriya demekê jina Kurd a bi navê Şilêr Resûlî qetil kir û niha jî jina ciwan a bi navê Jîna Emînî (Mehsa) qetil kir. Em hemû ji dizanin ku tu êriş ji rêzê nîne ji ber ev demeke jinên Kurd a Rojhilatê Kurdistanê li dijî hişmendîya desthilatdariya Îranê rola pêşengiyê girtine ser milên xwe. Jin ti astengiyên rejîma dîktator a Îranê nas nakin, li dijî wê li ber xwe didin. Di bin navê namûs, kevneşopî û çarenûsê de zagon danîne û ferman dane ku li her derê bi her hincetê êrîşî jinan bikin.”
Culyeta Aram îşaret li ser politikayên taybet a li diji Kurdan kir û wiha got: “Konseptekî taybet ji bo Kurdan û jinan bi armanca komkujî û qirkirinê vedihewîne dewam dike. Li beramberê wê jî jinên Kurd weke hêza herî rêxistinkirî ya dinyayê li ser zemîna xweparastin û xwerêxistiniyê bi azwerî û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe geş dike. Heger Kurd û jinen Kurd vê pêvajoya dîrokî, taybetmendiyê wê baş fêhm bike û li gor vê rêxistina xwe bike, berxwedaniya xwe geş bike diyar e ku wê serkeftin û destkeftiyên mezin bi xwe re bîne.”
Aram di dawîya axaftina xwe da wiha got: “Divê neyê jibîrkirin, projeya jiyana azad a Rêber Apo li ser dilsoziya bi welêt re ava dibe. Ji bo vê jî, em her li ku derê cihanê bin bila bibin, li dijî jina Kurd êrîş, bêdadmendî û zexta dewletê hebe divê em bi hevre têbikoşin û li ber xwe bidin. Jina Kurd rûmeta civaka Kurd e û kes nikare rûmeta neteweyekî bê xwedî bihesibîne. Em wek jinên Kurd a Rûsyayê berxwedaniya jinên Îranê silav dikin û dibêjin, Jin Jiyan Azadî!”