Di roja 3’emîn a qetilkirina Jîna Emînî de, çalakiyên protestoyê didomin

Piştî ku Jîna Emînî (22) ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin, li gelek bajar û bajarokên Îranê çalakiyên protestoyê hate lidarxistin.

18’ê Îlonê roja Yekşemê û 19’ê Îlonê roja Duşemê li Îranê, bi taybetî li Tahran û Meşhed û Rojhilatê Kurdistanê, li dijî qetilkirina Jîna Emînî (22) a ji aliyê polîsên exlaq ve, çalakî hatin lidarxistin.

Roja Yekşemê bi tevlêbûna bi sedan kesan li paytexta eyaleta Kurdistanê Sîneyê ku warê Jîna Emînî ye, xwepêşandan hate lidarxistin. Gel camên wesayîtan şkênandin û qutiyên çopê dan ber agir, polîsan jî ji bo belavkirina gel gaza bîberê bikar anî û hinek kes girtin. Li bajarên Rojhilat mêrên Kurd barîkat danîn û bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bertek nîşan dan. Ev yek bû sedema balkişandinê.

Roja Duşemê li paytext Tahranê jî li gelek zanîngehan çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Îro di saetên êvarê de, li ser Cadeya Hîcab a li navenda Tahranê bi sedan kesan dirûşmeyên “Bimir e Komara Îslamî”, “Bimir e Dîktator” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Hinek kesan weke bertek laçik avêtin. Polîsan hinek kes girtin, girse bi jop û bi gaza bîberê belav kirin. Li bajarê pîroz ê Meşhedê yê li Bakurêrojhilatê Îranê jî, mîtîngek heman hate lidarxistin.

Li gorî ajansa Tasnîmê, li paytexta Îranê xwendevanan li gelek zanîngehan, Tahran û Shadîd Beheshî jî di nav de dest bi çalakiyên protestoyê kirin. Xwendevanan têkildarî mirina Jîna ji rayedaran “daxuyanî” daxwaz kirin. Li navenda Tehranê çalakvanan, dirûşmeyên “edalet, azadî, ji laçika bi neçarî re na” berz kirin.

Serokê ofîsa tibî ya Tahranê roja Şemiyê di televîzyona dewletê de axivî bû û gotibû ku lêpirsînên di derbarê mirina jina ciwan de didomin, lê wê sê hefteyan dewam bike. Lê di kompûtera nexweşxaneyê ya hatî hackkirin de derket holê ku di hestiyê serî yê Jîna Emînî de ji ber derizîn û şkestinan edema mejî çêbûye û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest daye.

Piştî mirina jina ciwan gelek sînemager, hunermend, sporvan, siyasetmedar û oldaran jî, li ser medyaya dîjîtal nerazîbûnên xwe anîn ziman. Derhênerê Îranî Asghar Farhadî li ser hesabê xwe yê ınstagramê bertek nîşan da û got ku mirina Jîna ya di rewşa destgîrkirinê de sûc e.

Lîstokvana sînemayê yê Îranî Anahîta Hemmatî jî, ji bo bertek nîşanî qetilkirina Jîna Emînî ya bi hinceta laçikê bide, pora xwe birî.