Keçên Rojê yên Apoyî soza hilanîna tola Jîna Emînî dan
Keçên Rojê yên Apoyî bi daxuyaniyekê bal kişandin ser qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê Îranê ve hatibû qetilkirin û ragihand, “Em ê tola Jîna Emînî hilînin.”
Keçên Rojê yên Apoyî bi daxuyaniyekê bal kişandin ser qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê Îranê ve hatibû qetilkirin û ragihand, “Em ê tola Jîna Emînî hilînin.”
Keçên Rojê yên Apoyî li Tehranê paytexta Îranê daxuyaniyek bi navê ‘Jin Jiyan Azadî’ têkildarê qetilkirina Jîna Emînî parvekirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Em wek Keçên Rojê yên Apoyî ku di nava pêşengên têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Rojhilata Navîn de cih digirin, sersaxiyê li gelê Kurdistanê û malbata keça Kurd Jîna Emînî dixwazin. Ji niha û pêve wê yek ji van nokerên ku tevlî ferzkirina siyasetên li ser keçên Kurd û Îranê bûyîn nekaribin ji çalakiyên me yên li Tehranê xwe biparêzin.”
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî û keçên din ên nîştîman, zext û zordariyên li ser jinên Kurd û Îranê wê neyên efûkirin û ragihandin: “Jin pêşengên şoreşa nû ya li Kurdistan û Rojhilata Navînin ku ji şervanên Kobanê fêrî berxwedan û parastinê bûne. Wê di cil û bedeneke nû de jiyan û azadiyê ji nû ve biafirînin.”