Girtiyên jin ên Îranê li dijî zilmê banga yekitiyê kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê têkildarî jina Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaq ve hatibû qetilkirin, li dijî zilmê banga yekitiyê kirin.
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê têkildarî jina Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaq ve hatibû qetilkirin, li dijî zilmê banga yekitiyê kirin.
Li gorî JINHA’yê nameya ku bi îmzeya Aliya Matlabzadeh ji Girtîgeha Êvînê hatiye şandin de wiha hat gotin: “Dem hatiye hemû gelên Îranê ji bo dayîna mafên bingehîn ên jinan û ji bo têkoşîna li dijî zilma li ser jinan bên gel hev.”
Di dewama nameyê de wiha hate gotin: “Mirina wê, tenê beşek e ji encamên kiryarên desthilatdarên olî yên li dijî jinan, dij-femînistli ên li dijî jin û ciwanên vê civakê ne. Jin yekem qurbaniyên destdirêjiya zayendî ne. Nêrînên desthilatdarên olî û kaosa kapîtalîst ev çil sal in vê civakê bi rê ve dibe.
Îro piştî mirina Jîna Emînî li qawîşa jinan a girtîgeha Êvînê bi amadebûna nêzîkî çil girtiyên siyasî merasîmek hate lidarxistin. Me ji bo bîranîna wê stran got û em li ser rewşê axivîn. Me şîn girt, me şîna hev girt. Di van çil salên dawî de li vî welatî ewqas bûyer qewimîn ku mirovên me hev du teselî nekiribûn. Me îro hevdu teselî dikir. Me got xwezî di van rojên zehmet de em li gel xwişk, dayîk û hevalên xwe bûna. Ji ber ku me bihîst ku mirina ne mafdar a Jîna Emînî wan cardin anî ba hev. Lê Mahsa ne ya ewil bû ne jî ya dawî ye.
Qetilkirina Jîna Emînî destgîrkirin û êşkenceya bi pergalî encama nêzîkatiya bîrdozî û paşverû ya hikumetê li dijî jinê ye. Pirs, gelo Jîna Eminî ji ber kîjan sûcî hat qetilkirin? Jîna Emînî û jinan çi kirin? Ma daxwaza çil salên dawî ya Îranê pêkanîn?
Di dawiya nameyê de jinan bang kir ku bi vîn û çalakiya xwe ji desthilatdariya Îranê gav paş ve bidin avêtin û yekîtiya jinan ava bikin.