Li Amedê jin ji bo Jîna Emînî hatin ba hev

Platforma Jinan a Amedê ya Dîcleyê (DAKP) ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin, li Parka Hazal a li Amedê hatin ba hev û daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Platforma Jinan Amedê ya Dîcleyê (DAKP), li Parka Hazalê têkildarî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve bi lêdan û îşkenceyê hatibû qetilkirin, daxuyanî da. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy, Parlementera HDP’ê yê Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em jin in, Kurd in, em li ber xwe didin, em di raperîne de ne, serî natewînin” hat vekirin.

HIŞMENDIYA KU KUJERAN EFÛ DIKE

Beriya dxuyaniyê Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Em ji ber kenê xwe, ji ber etegên xwe yên kin tên qetilkirin. Li her derê cîhanê jin tên qetilkirin. Li Îranê jin tên qetilkirin, li vî welatî ji ber polîtîkayên AKP’ê jin tên qetilkirin. Em vê hişmendiyê ji qetilkirina Ekîn Van, dayika Taybet û Îpek Erê dizanin. Wezareta îranê daxûyanî daye û gotiye ‘polîsên me namûsa xwe parastiye.’ Qeda bi namûsa we keve. Em jinên Kurd ku wisa difikirin ku cîhaneke din pêkan e, em ê wê cîhanê ava bikin. Bijî hevkariya jinan, bimre faşîzm û desthilatdariya serdest a mêrî."

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Kiymet Yildizê ve hat xwendin. Yildizê ev tişt gotin: “Jin, ji aliyekî ve li hemberî şerê pergala pergala baviksalarî têdikoşin, ji aliyê din ve jî li dijî koçberî, feqîrî, komkujî û kuştinên di encama şerên qirêj ên hêzên hegemonîk de rû didin têdikoşin. Li cîhanê sedema herî girîng a tundiya li ser jinan şer û pêvçûnên tên kirin bi xwe ne. Dîsa li paytexta Îranê Tehranê jina bi navê Mehsa Emînî ji ber ku şara wê ne îslamî bûye, ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hat destgîrkirin. Emînî rastî tundî û îşkenceyê hat û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Jin ji ber ku li hemberî vê hişmendiyê, li hemberî ferzkirina sergirêdanê, qedexekirina cil û bergan li ber xwe didin her roj bi cezayên giran re rû bi rû dimînin. Li Îranê, Ermenîstanê, Sûriyeyê, Ûkraynayê, Efganîstanê, Pakîstanê, Îraqê, li welatê xwe, li seranserê cîhanê ji bo jina mirin, tundî, feqîrî, koçberî û êş rewa tê hesibandin. Gelek êrîş li hemberî mafên jinan û azadiya jinan tê kirin. Jin divê li hemberî van kiryaran mafê xweparastinê bi kar bîne. Em ê têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî li hember şer, tundî, faşîzm û bişaftinê mezintir bikin. Em ê civakeke demokratîk a aştiyane, wekhevî, azad, ekolojîk û azadiya jinan esas digire ava bikin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û bi berzkirina dirûşmeyên “jin jiyan azadî”, “bijî hevkariya jinan” û “em bêdeng nabin, em natirsin, em îtaet nakin” bi dawî bû.