Xwepêşandanên li Îranê: Hêzên Îranê êrîşî xwepêşanderan dikin
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bertekên gel ên bi pêşengiya jinan a li hemberî qetilkirina Jîna Emînî didome. Hêzên Îranê êrîşî xwepêşanderan dike.
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bertekên gel ên bi pêşengiya jinan a li hemberî qetilkirina Jîna Emînî didome. Hêzên Îranê êrîşî xwepêşanderan dike.
Li ser banga partiyên Kurd li seranserê Rojhilatê Kurdistanê îro greva giştî dest pê kir. Gel danê siharê neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Piştre gel li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan û xwepêşandan kirin.
Li bajarê Dîwander hêzên Îranê êrîşî xwepêşanderan kirin, tê gotin hêzên Îranê bi tundî êrîş kirine û nayê zanîn birîndar hene yan na.
Li Tehranê jî xwendevanên beşa Teknîkê ya zanîngehê çalakiyek bi dirûşemeya ‘Dikujim, dikujim ê ku xwişka min kuşt’ dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakiyek lidarxistin. Lê li vir jî hêzên rejîmê êrîşî xwendevanan kirin.
Li bajarê Reşt a girêdayî parêzgeha Gîlanê ya Îranê jî bi sedan jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakiyek lidarxistin.
Xwepêşandanên li Îranê hîn jî dewam dikin.