TJK-F wê şehîdên jin bi bîr bîne

TJK-F’ê diyar kir wê di 24’ê Îlonê de Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak di serî de ji bo gerîlayên jin ên ku li qadên cihê şehîd bûne, wê çalakiyeke bîranînê li dar dixe û banga tevlêbûnê kir.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) di serî de Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak (Esma Erat) ya ku di 13’ê Îlona 2019’an de tevî Zîlan Qamişlo şehîd bûbû wê ji bo Ronahî Dêrsim û Têkoşîn Amed ên ku li qadên cihê yên têkoşînê şehîd bûne, di 24’ê Îlonê de li Parîsê çalakiyeke bîranînê li dar bixe.

TJK-F’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got “Bibîranîn tê wateya nejibîrkirinê û şopandina rêya wan.

Di şexsê heval Delal Nûrhak de ya ku rêwîtiya 33 salan de gihişt asta lûtkeyê, bi israra têkoşîna şoreşger a tevgera me ya azadiyê ya jinan û biryardariya wê, ew ê bi serfiraziyê were tacîdarkirin.

Heval Delal bi kedeke mezin û şoreşa jinan kesayetiya xwe ava kiriye, şoreşa jinan di dilê xwe de hîs kiriye û bi şoreşa jinan re bûye yek, bi rastiya xwe ya jiyan û têkoşînê re heta nefesa xwe ya dawîn temsîleke mînak afirandiye. Ji qada Rêbertî heta metrepolên ku warên serhildanê ne, ji metrepolan heta zindanan, ji zindanan heta çiyayan, ji xebatên ekonomîk ên ku qada sereke ya jinan e heta xebatên navendî yên PAJK û KJK’ê wê li gelek qadan peywir stend û berpirsyariya xwe bi cih anî.

Wê dil û bîra xwe bi hezkirina jin, mirov û xwezayê mezin kir û bû yek ji pêşenga ku wê bîra xwe da nifşên ciwan jî. Hevrêyên wê yên ciwan Zîlan, Ronahî û Têkoşîn û gelekên din li ser şopa wê meşiyan, bi nirxên wê yên ku afirandine, wekî hêza dînamîk a şoreşa jinan a Kurdistanê, bi heman coşê tevlî têkoşînê bûn. Nifşan hev du xurt kirin û bi daxwaza ku dahatûyê bi azadî ava bikin, di Kurdistana Azad, jinên azad û civaka azad de israr kirin.

Em jî ji bo bîranîna wan roja Şemiyê di 24’ê Îlonê de tên ba hev.  Em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û malbatên şehîdan dikin ku tevlî bîranînê bibin.

Wê bîranîn di 24’ê Îlonê de saet di 13.00’an de li 7 Avenue De la Resistance 93240, Stains were lidarxistin.”