TJA: Em ê li dijî qetlîamên jinan têkoşîna xwe bidomînin

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em ê wek parêzvanên mafên jinan û rêxistinên jinan şopdarên qetlîamên jinan bin û li dijî qetlîamên jinan têkoşîna xwe bidomînin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) di derbarê qetilkirina Jîna Emînî de daxuyaniyek nivîskî da û kuştina Jîna Emînî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li Tehrana Îranê Mehsa Amînî ji aliyê “polîsên exlaqê” ve bi êşkenceyê hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Mehsayê çalakiyên protestoyî hat lidarxistin û polîsan êrîş bir ser çalakiyan. Li hember vê yeke hat diyarkirin ku hikûmeta Îranê înternetê qût kiriye.

Li her deverên cîhanê jin tên qetilkirin. Ev tişt ji aliyê pergala serdest a mêr ve pêk tê. Em qetilkirina jinan ên li tevahiya cîhanê pêk tên, şermezar dikin. Banga têkoşîneke bi rêxistinbûyînê dikin. Her wiha em ê wek parêzvanên mafên jinan û rêxistinên jinan şopdarên qetlîamên jinan bin û li dijî kuştina jinan têkoşîna xwe bidomînin."