Li bajarên Îranê û Kurdistanê hêrsa gel mezin dibe

Li bajarên Îranê û Kurdistanê, çalakiyên şermezarkirinê ku bi kuştina Jîna Emînî destpê kirin, di roja çaran de mezintir bûn.

Mirina Jîna Emînî ya 22 salî ku li Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqî' ve ji ber ku porê wê xuya dikir hate girtin û êşkence lê hate kirin, li gel pirsgirêkên aborî yên li welêt, bû sedema rûdana pêleke mezin a hêrsa gel.

Di xwepêşandanan de heta niha herî kêm 5 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin û herî kêm 250 kes jî hatine girtin. Xwepêşandan li bakurrojava û herêmên navîn ên Tehranê, li gelek bajarên mîna Tebrîz, Arak û Îsfahanê jî belav bûn.

Êvara Sêşemê heta derengiya şevê xwepêşandêran li dijî hikumetê dirûşm qîriyan, kevir avêtin wesayitên polîsan û şewitandin, bend danîn ser rê û meşiyan.

Ji saziya fikrî ya Chatham House Senem Vekîl anî ziman, ku çalakiyên dawî yên şermezarkirinê, pirsgirêkên ku rojane têkildarî ewlekarî û azadiyê Îranî pê re rû bi rû dimînin, nîşan didin.

Di dîmenan de ên li ser medya dîjîtal hatin parvekirin, tê dîtin ku li bajarê Raştê xwepêşandêrên agir berdidin wesayita polîsan dirûşma "Yê ku xwişka min kuşt, ez ê jî wî bikujim' qîriyan.

Li Tehranê jî girseya gel a ku bend danî bi gotina "Ne hecî, ne molla, mirin ji Hîzbûllahê re", "Mirin ji dîktator re", "Em zarokên şer in" li ber sîstemê rabû.

Xwepêşandêrên ku li Meşhedê daketin qadan li pêşiya Dadgeha Şoreşê ya bajêr derketin ser wesayitên polîsan ên bi dest xistibûn û gotin "Em komara Îslamê naxwazin."

Li bajarê Sarî jî çalakgerên jin dans kirin, paçên li ser serê xwe danîn û şewitandin. Jinan gotin, "We welat kirin mîna xirbeyekî, em ê we di binê vî xirbeyî de binax bikin."

Li bajarê Tebrîzê çalakgeran bend danîn ser rê û li hemberî polîsan şer kirin.

Li bajarê dîrokî yê Îranê li Şîrazê jî çalakgeran bombeya gazê ya polîsan li wan vegerandin.

Li bajarê Kurdistanê Kirmaşanê jî gel dakete qadan, lê belê polîsan bi çekê bersiv dan. Li Pîranşarê jî bend hate danîn, agir hate dadan û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate qîrîn.