Di rapora nexweşxaneyê de derket holê ku Jîna bi êşkenceyê hatiye qetilkirin

Dihat îdiakirin ku Jîna Emînî piştî ji aliyê polîsên exlaq ve hat destgîrkirin, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Di raporên nexweşxaneyê de derket holê ku ji ber derbeyên giran ên ji serê xwe xwarî hatiye qetilkirin.

Polîsên Îranê îdia dikir ku Jîna Emînî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye, lê bi hack bûna kompûtera nexweşxaneya ku Jîna Emînî lê dima, rastî derket holê.

Di lêgerîna tomografî (CT) a di rapora tenduristiyê ya hatî parvekirin de, derket holê ku di serê Jîna Emînî de ji ber derizîn û şkestinan, edema mejî çêbûye û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeya Îran Înternatîonal, hat diyarkirin ku di taramaya tomografiyê de ji ber komplîkasyonên di encama derbên giran de çêbûn û di aliyê rastê yê hestiyê serî yê Jîna Emînî de şkestin û derizîn çêbûne. Di heman demê de di raporê de derket holê ku, xwîn ketiye ser cîgera spî, av li ser cîgerên wê kom bûne û piştî derbeyên giran ên ji serê xwe xwarî, ketiye komayê.

DERKET HOLÊ KU ÎDIAYÊN HIKÛMETÊ DEREW IN

Malbata Jîna Emînî diyar kiribû ku ji ber destwerdana dereng, Emînî ketibû komayê. Lê tevî vê yekê jî Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ahmed Vahîdî êvara Şemiyê li ser bernameyek a TV’ê axivî bû û îdia kiribû ku tedawiya Jîna Emînî bêkêmanî û di demê xwe de hatiye kirin. Li aliyê din jî rayedarên Îranê gotibûn ku Jîna Emînî ji zarokatiya xwe û vir ve epîlepsî û nexweşiya dil pê re heye. Lê ev îdia ji aliyê malbata Emînî ve hatin redkirin.