Li Sineyê çalakiya protestoyî ya li dijî qetilkirina Jîna Emînî

Bihezaran kes li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê li dijî qetilkirina Jîna Emînî daketin qadan û rejîma Îranê protesto kirin.

Jîna Emînî (Mehsa) ya ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê roja 15’ê Îlonê li Tehranê rastî êrîşa “Polîsên Exlaq” ên rejîma îslamî ya Îranê hat û rojek bi pişt re ji ber derbên giran duh li nexweşxaneya Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Jîna Emînî îro li Seqizê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmên, “Jin jiyan Azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bimire dîktator” hatibû hat veşartin.

Ji ber protestoyên li bajêr belav bûn hêzên rejîmê gule li xwepêşanderan reşandin û di encamê de kes birîndar bûn.

Piştî Seqizê li Sineyê jî gel bi pêşengiya jinan rabûn ser pêyan. Di xwepêşandanê de bê navber dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin”  hatin berzkirin.

KODAR, PJAK Û KJAR jî bi daxuyaniyan banga greva giştî li gelên Îranê û gelê Kurd kir û daxwaz kir ku piştgiriya daxwazên rewa yên jinên Îranî bikin. Her wiha di daxuyaniyan de hat gotin ku eger nerazîbûn neyên nîşandan wê sûcên li dijî Şilêr Resûlî û Jîna Emînî hatine kirin, dubare bibin.

Roja Duşemiyê wê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê greva bi giştî bê kirin.