Rûniştina parlamenta Iraqê bi êrîşa roketan destpê kir: 10 kes birîndar bûn

Wekîlên Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar li hev kom bûn. Beriya destpêkirina civînê, bi roketan êrîş li ser Herêma Kesk hate kirin. 10 kes birîndar bûn.

Parlamenta Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar li hev civiya.

Beriya destpêkirina civînê, bi roketên katyûşa êrîş li ser Herêma Kesk hate kirin ku xwedî ewlekariyeke bilind e.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê 9 roket hatin avêtin û 10 kes birîndar bûn.

Di hilbijartina Serokkomariyê de namzetê YNK'ê Dr. Berhem Salih û namzetê PDK'ê Latîf Reşîd hene.

Serokê Tifaqa Serweriya Sûnî Hamîs Hançer û Serokê Koalîsyona Dewleta Yasayê Nûrî Malîlî piştgiriyê didin Latîf Reşîd.