Li Venezûelayê hezaz: 25 kes mirin, 52 jî winda ne

Li eyaleta Araguayê ya li bakurê Venezûelayê, ji ber hezazê herî kêm 25 kes mirin. 52 kes jî winda ne.

Alîkara Serokdewletê Venezûelayê Delcy Rodriguez bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber hezaza li eyaleta Araguayê herî kêm 25 kes mirin, 52 kes jî winda ne.

Rayedara Venezûealyê diyar kir ku herêm weke herêma afetê hatiye ragihandin û ji bo sê rojan şîn hatiye îlankirin.

Ji ber ku av di ser gelek çemên bajarê Las Tejeriasê ve fûriya, hezazê rû da.

Li vî bajarî gelek mal û karker, her wiha kolan di nava heriyê de man.

Delcy anî ziman ku av di ser pênc çeman re fûriya ye û xisareke giran li herêmê bûye.