Ji Hamaney sûcdariyeke nas: Hêzên derve plansaziya van çalakiyan kirin

Serokê olî yên Îranê Alî Hamaney Îsraîl û DYE wekî berpirsê çalakiyan nîşan da û îddîa kir ku çalakvanan Kuran û mizgeft şewitandine.

Rayedarên Îranê wekî her carê piştî çalakiya protestoyê hêzên derve sûcdar kirin.

Serokê olî yên Îranê Alî Hamaney piştî qetilkirina Jîna Emînî daxuyanî da. Hamaney îddîa kir ku çalakî ji aliyê ‘rejîma siyonîst a Emerîkayê û hinek xayînên Îranî yên li derveyî welat’ hatiye kirin. Hamaney îddîa kir ku ‘Ji ber mirina wê jina ciwan ew xemgîn in lê hinek kes beriya lêpirsîn were destpêkirin kolanan dixin rewşeke xerab, Kuranê dişewitînin,bi darê zorê laçika jinan derdixînin, mizgeft û wesayîtan dişewitînin.”

Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq li Tehranê hate qetilkirin, li dehan bajaran çalakiyên protestoyê hatibû destpêkirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Îranê ye herî kêm 133 kes hatine qetilkirin. Hate diyarkirin bi tenê roja Înê li bajarê Zahîdanê herî kêm 40 kes hatine qetilkirin.

Li gorî rêxistina Mucahîdên Gel ên ku li Îranê komeke mûxalif in çalakiyên protestoyê li 31 eyaletan û li 170 bajaran belav bûye, 400 kes hatine qetilkirin, 20 hezar kes jî hatine destgîrkirin.