Li Nîjeryayê keştî noqî avê bû, 76 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li eyaleta Anambra ya ku li başûrê rojhilatê Nîjeryayê ye, Îna borî keştiyek noqî avê bûbû. Hate diyarkirin heta niha di keştiyê de 76 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serokkomarê Nîjeryayê Mûhammadû Bûharî roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di çemê Nîjerê de keştiyek noqî avê bûye. Serokkomar diyar kir 85 kes di keştiyê de bûne û 76 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber barê giran, leza zêde û kontrolnekirinê li Nîjeryayê qezayên keştiyan pêk tê.

Li Nîjeryayê ji serê demsala baranê ve, gelekî lehî radibin.

Ji serê salê û heta niha 300 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 100 hezar jî bêmal mane.