Parlamenta Iraqê wê li êrîşên Tirkiye û Îranê bikole
Parlamenta Iraqê du komîsyon erkdar kir, ji bo li êrîşên dema dawî yên dewleta Tirk a dagirker û Îranê bikolin.
Parlamenta Iraqê du komîsyon erkdar kir, ji bo li êrîşên dema dawî yên dewleta Tirk a dagirker û Îranê bikolin.
Parlamenta Iraqê 8'ê Cotmehê roja Şemiyê li hev kom bû. Yek ji xalên rojeva wê jî êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê bû.
Di demekê de ku li gelemperiya Îranê çalakiyên protestoyî didomin, Muxafizên Şoreşê gelek baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê û waregehên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê bombe kiribû. Yek ji deverên ku bombe lê hate barandin, dibistanek bû.
Dewleta Tirk a dagirker jî gelek dever dagir kiriye û bi rê û pêk bombeyan li herêmê dibarîne. Bi drone û balafirên şer jî komkujiyan dike.
Di civîna Parlamenta Iraqê de Komîsyona Parastin û Ewlekariyê û Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ji bo li herêmên êrîş lê tênekirin lêkolînan bikin hatin wezîfedarkirin.
Di dawiya lêkolînê de wê herdu komîsyon raporekê amade bikin û ev rapor jî wê di civîna Yekîtiya Parlamenteran a Navneteweyî de bê nirxandin.
Endamê Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê Cewad Polanî ji Rojnewsê re axivî û got, "Piştî ku lêkolîna komîsyonê qediya, em ê pêşkêşî hikumeta Iraqê bikin ji bo di civîna Yekîtiya Parlamenteran a Navneteweyî de binirxîne. Rojên bê wê li Efrîkayê civîna Yekîtiya Parlamenteran a Navneteweyî bê lidarxistin."
Serokê Parlamenta Iraqê Mûhammed Halbûsî di civîna parlamentê de ya roja Şemiyê gotibû, wê Iraq beşdarî civîna Yekîtiya Parlamenteran a Navneteweyî bibe û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê yên li ser serweriya Iraqê, piştgiriya navneteweyî bixwaze.