Encama hilbijartinên Brezîlyayê ji tûra duyemîn re ma

Di tûra destpêkê ya hilbijartinên giştî yên Brezîlyayê de namzetê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva li pêş temam kir. Tûra duyemîn wê 30'ê Cotmehê pêk were.

Di anketên dawî de yên beriya tûra destpêkê ya hilbijartinê, dihate destnîşankirin ku Lula wê bi dengê ji sedî 50'î di tûra destpêkê de bê hilbijartin.

Lê belê namzetê rastgiriya tund Serokkomarê heyî Jair Bolsonaro ji sedî 43 ê dengan stand. Li gorî anketan Bolsonaro ji sedî 36 ê dengan werdigirt.

Lula bi rêjeya ji sedî 48 ê dengan bû yekemîn. Ji hevrikê xwe Bolsonaro zêdeyî 6 milyon deng zêdetir wergirt.

Lula bi daxuyaniyekê got, "Ez dikarim ji we re bibêjim ku di vê hilbijartinê de em ê bi ser bikevin. Rewşa heyî tenê pêvajoyeke dirêjkirinê ye."

Lula ku ji bo cara sêyemîn bibe Serokkomar tevlî hiblijartinê bû, soz da ku heta 30'ê Cotmehê hîn bêhtir mîtîngan lidar bixe û serdanan bike. Lula got, "Divê em civaka Brezîlyayê qanih bikin."

Hilbijartinên giştî yên roja Yekşemê ji bo alîgirên Bolsonaro yê ku bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jin û xwezayê dibe sedema nerazîbûnan, weke serketinekê hate nirxandin. Gelek alîgirên Bolsonaro bi taybetî ji bo Senatoyê hatin hilbijartin. Her wiha gelek waliyên alîgirê Bolsonaro jî di hilbijartinê de bi ser ketin.

Li gorî çavdêrên siyasî wê tûra duyemîn bi rengekî hîn radîkal pêk were. Tê payin ku nîqaş jî hîn dijwar bin.

Bi pêvajoya hilbijartinê de serokê Partiya Karker Lula, heta bi rastgiriya navendî koalîsyonek ji 10 partiyan ava kiribû.

Lula bi taybetî bi dengê jinan, ciwanan û çîna dezavantajî pişrast e.

Bolsonaro jî pişta xwe bi civata evanjelîk, lobiyên çekan û bazirganiya çandiniyê, her wiha bi beşek ji karsazan germ dike.