Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Neteweyên Yekbûyî: Li Kabûlê di êrîşê de herî kêm 43 kes mirin

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê (MANUA) ragihand ku di êrîşa xwekujî de ya li navenda perwerdeyê ya li Kabûlê herî kêm 43 kes mirine.

Êrîşa xwekujiyê 30’ê Îlonê li navendeke perwerdeyê pêk hat.

MANUA têkîldarî mijarê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got: “43 kes mirin û 83 kes birîndar bûn. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane piraniya wan jinên ciwan in.”

Roja Înê kesekî bombebarkirî xwe li navenda perwerdeyê teqandibû.

Êrîş li rojavayê paytexta Efganistan Kabûlê li taxa Deştê Barşî ku niştecihên Hezara yên Şîe lê zêde ne pêk hat. 

Roja 20’ê Nîsanê jî li rojavayê paytextê di heman taxêde li dibîstana zarokên kur 2 teqîn rû dabûn û 24 kes jiyana xwe ji dest dabû.

Heta niha tu kes êrîşa di navenda perwerdehiyê li ser xwe de negirt, lê bî taybet piştî ku Tebaxa 2021’an de Talîban hat ser desthilatdariyê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve gelek êrîş hatin kirin.