Berxwedana civakî ya li Îranê dewam dike: Herî kêm 201 kes hatin qetilkirin

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên li dijî rejîmê dewam dikin. Bi taybetî li warê Jîna Emînî li Sineyê hêzên dewletê êrîşeke giran birin ser xwepêşandêran.

Ji dema qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û vir ve çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Emînî 13'ê Îlonê li Tehranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hatibû destgîrkirin û di encama êşkenceyê de 16'ê Îlonê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Heman rojê çalakiyên şermezarkirinê destpê kirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) heta niha herî kêm 201 kes hatine kuştin ku 23 ji wan zarok in.

IHR bi fikar e ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê komkujî hatibe kirin. Hêzên dewleta Îranê tank û milîsên Besîc ên paramîlîter li bajêr bi cih kirin.

Tê gotin, di şeva 12-13'ê Cotmehê de li Sine herî kêm 2 kes, li Kirmaşanê kesek hate qetilkirin. Li Merîwanê çalakgerekî ciwan bi tivinga nêçirê birîndar bû.

Serhildan li nava her beşên civakê belav bû. Ji qedexeya li ser nixumandinê jî wêdetir daxwaza azadî û demokrasiyê tê kirin.

Çalakiyên şermezarikrinê roja Çarşemê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Bokan, Sine, Seqiz, Mahabad, Kirmaşan, Bane, Merîwan, Kamîran û Îlamê hatin lidarxistin. Li her bajarî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Li paytext Tehranê jî çalakiyên şermezarkirinê dewam kirin. Vê carê parêzer bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" daketin qadan. Hêzên dewletê bi çekan êrîş birin ser parêzeran.

Li gorî çavkaniyên muxalîf, çalakiyên şermezarkirinê li 31 eyaletan herî kêm li 177 bajaran belav bûn. Li gorî hin çavkaniyan hejmara qurbaniyan gelekî zêde ye. Her wiha tê gotin kuz êdeyî 10 hezar kes hatine destgîrkirin. Fikar hene ku êşkenceyên giran li mirovên hatine girtin, tê kirin.