Li DYE’yê bahoza Ianê: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li DYE’yê yek ji bahoza herî giran a di dîroka nêz de pêk hat. Di bahoza Ianê de 107 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di dawiya meha Îlonê de bahoza Ianê li başûrê rojhilatê welat da. Di 10’ê Cotmehê de rayedarên herêmî daxuyanî dan û diyar kirin 107 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Tipa Edlî li eyaleta Florîdayê 102 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin 5 kesan jî li Karolînaya Bakur jiyana xwe ji dest dane. Li gorî çapemeniya DYE jî bîlanço girantir e.

Bahoza Ianê ji serê sedsalê ve wekî bahoza herî giran a li DYE tê pênasekirin. Li gorî rayedaran ji bo avakirina herêmên peravê yên Florîdayê herî kêm 50 milyar dolar û xebateke bi mehane hewce dike.

Di sala 2005’an de li eyaleta Lûîsîanayê di bahoza Katrînayê jî de jî 1800 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.