Li Ekvadorê careke din li girtîgehê komkujî bû: 15 kes mirin

Li Ekvadorê di îsyana girtiyan de ku li yek ji girtîgehên herî mezin ên vî welatî rû da, herî kêm 15 girtî hatin kuştin, 20 jî birîndar bûn.

Rêveberiya girtîgehê diyar kir ku girtî bi hev ketine û li gorî agahiyên destpêkê 15 girtî mirine, 20 jî birîndar bûne.

Rêveberiya girtîgehê ragihand ku yekîneyên taktîk ji bo kontrolkirina girtîgehê operasyonê dikin.

Di daxuyaniya beriya niha ya rêveberiya girtîgehê de hatibû gotin ku Jorge Flores bi navê El Patron naskirî, yek ji qurbaniyan bû.

El Patron di operasyoneke pereyê reş de ya meha Gulanê hatibû girtin. Di operasyonê de 6.4 milyon dolar pere, gelek zêr û çek li gel cebilxaneyan hatibûn girtin.

Hate ragihandin ku El Patron di nava girtiyan de bûbûyek ji şefan.

Şer li girtîgeha li nêzî bajarê Latacûnca ya li başûrê Ekvadorê qewimî. Girtîgeha ku 4300 girtî lê ne, yek ji mezintirîn girtîgehên vî welatî ye.

Ji Sibata 2021'ê û vir ve li girtîgehan 7 caran komkujî di navbera girtiyan de rû dan. Zêdeyî 400 kesî jiyana xwe ji dest dan.