Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe

Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ligel êrîşên giran ên dewletê jî serhildan di roja 26’an de didome.

Piştî ku Jîna Emînî (22) ji aliyê ‘polîsên exlaq’ hatibû destgîrkirin û di 16’ê Îlonê de bi êşkenceyê hatibû qetilkirin, serhildanan dest pêkir û hêrseke civakî ava bû.

Çalakiyên protestoyê di roja 26’an de didome. Di 10’ê Cotmehê de ligel ku zexteke mezin a leşkerî û polîsan hate kirin û bi fîşekên rastîn êrîş hate kirin, berxwedaneke mezin pêk hat.

Bajarên Mehabad, Seqiz, Kirmanşah, Dehgolan, Merîvan, Bane û Bûkan ên Rojhilatê Kurdistanê di serî de, li gelek bajaran li dijî desthilatdariyê çalakî hatin kirin. Çalakvanan agir vêxistin, rê girtin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji bo çalakvanan bitirsînin li Kirmanşahê balefirên şer geriya û ev balefir çend caran ji nizmî firiyane.

Di heman demê de li bajarên  Sîstan-Belucistan, Isfahan, Varamin, Fuladşehr, Yezdanşehr, Tahran, Kazrun, Meşhed, Kum, Tebrîz, Akbatan, Şîraz, Kazvin, Arak, Hurmuzgan, Bender Abbas, Ahvaz, Morodeşt û gelek bajarê din serhildanên gel domiyaye.

Ji ber ku Îranê înternet biriye, li ser torên sanal parvekirina dîmenan kêmtir bû.

IHR: HERÎ KÊM 185 KES HATINE QETILKIRIN

Rêxistina Mafên Mirovan (IHR) a ku navenda wê li Osloyê ye di dawiya hefteyê de bîlançoyek weşand û diyar kir 19 jê zarok, 185 kes hatine qetilkirin. Hate diyarkirin nîvê van kuştinan li eyaleta Sîstan Belûcistanê hatine kirin.

Mucahîdên Gel ên ku li Îranê komeke mûxalif in jî navê 192 kesên hatine qetilkirin weşand. Li gorî vê komê li 31 eyaletan û li 177 bajaran çalakî hatine kirin û dewletê herî kêm 400 kes qetil kiriye.