Li Kabûlê hejmara miriyan derket 53’an

Li Kabûlê hejmara miriyan a di êrîşa xwekujî de ya li navenda perwerdeyê derket 53 kesan.

Bîlançoya êrîşa xwekujî ya roja Înê ya li Kabûlê giran dibe. Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê (MANUA) ragihand ku di êrîşa xwekujî de di nav de 46 zarokên keç û jinên ciwan bi giştî 53 kesan jiyana xwe ji dest da ne û got: “110 kes jî birîndar bûne.“

MANUA'yê diyar kir ku tîma wan ya mafên mirovan xebatên belgekirina sûc didomîne. MANUA’yê da zanîn ku ev belge "ji bo teyîtkirina rastiyan, afirandina daneyên pêbawer li dijî înkar û revîzyonîzmê ye".

Li gorî bîlançoya berê de 43 kesan jiyana xwe ji dest dane. Êrîş li Taxa Keştê Barşî ya ku piranî Şîî Hazara lê dijîn a rojavayê paytexta Efganistan Kabûlê, pêk hat. Roja 20’ê Nîsanê li heman taxê, li dibistanek a zarokên mêr diçûnê, du teqîn pêk hatibûn û 24 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.

Hîna tu kesê êrîşa li ser navenda perwerdehiyê ne girtiye ser xwe. Lê pişî ku Talîban di Tebaxa 2021’an de hat ser desthilatdariyê, çeteyên DAÎŞ’ê gelek êrîş pêk anîn.