Li DYE di bahoza Ianê de 62 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li eyaletên Karolînaya Bakur û Florîdayê ya DYE’yê di bahoza Ianê de 62 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Komîsyona Tipa Edlî ya Florîdayê diyar kir 58 kesan ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dane û waliyê Karolînaya Bakur jî diyar kir ji ber bahoza Ianê çar kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Ev bahoz wekî bahozeke herî xurt tê nirxandin. Ji ber bahozê xetên elektrîkê û pir hilweşiyan. Ji ber bayê zêde û baranê tax di bin avê de man.

Di dema bahozê de keştiyeke penaberan jî noqî avê bû. Roja yekşemê hate ragihandin xebata lêgerîna cenazeyê 16 koçberan hatiye sekinandin. Di heman keştiyê de 2 cenaze hatibûn dîtin û 9 kes jî hatibûn rizgarkirin.